Artêşa Dewleta Tirk ji bo tevgereke din a dagirkeriyê 15’ê Nîsanê berê xwe da Zapê, Zê û Avaşînê. Ji bo ku karibe bi rehetî wan deveran dagir bike, PDK jî daye kêleka xwe. Çekdarên PDK’ê hem rê nîşanî wan didin, hem îstîxbaratê didin wan. Lê wekî berê dîsa derban dixwin. Ew dizanin ku wê nikaribin berxwedana gerîlayan têk bibin, lê dîsa jî çima berê xwe didin tevgereke wiha ?
Sedemên wê
pirin. Yek, civakê bi vê yekê mijûl dikin û rojevê diguherînin. Ya din temenê
xwe dirêj dikin. Ev ji bo dewleta Tirk û ji bo PDK’ê jî lê ye. Ji ber ku niha
her du jî ketine heman pozîsyonê. Encama ku bi dest bixin, diyar e. Ew mehkûmî
têkçûnê ne. Ji ber ku ne li cem civakê ne û dûrî civakê ne, ew ê wenda bikin.
Yê bi ser dikeve, gerîlayên Kurdistanê û PKK ne. Ew bi hêza xwe şer dikin û
pişta xwe nadin ti hêzên mêtinger. Lewma jî, ev tevger jî wê bi serketina
gerîlayan bi encam bibe.
Yên ku axa
Başûrê Kurdistanê diparêze, gerîlayên Kurdistanê ne. Ji sala 2014’an heta
2017’an me ev yek dît. Gerîlayan ji Şengalê heta Kerkûk, Mexmûr, Hewlêr, Gulale
û Xurmatûyê, li dijî DAIŞ’ê şer kir. Rêveberiya Başûr û PDK’ê ji PKK’ê ev yek
xwestin û PKK ket çeperên berxwedanê. PKK’ê ji bo vê yekê jî mineta xwe nekir.
Wan digot, karê me parastina axa Kurdistanê ye û ev yek kirin. Lê piştre çi hat
guhertin û PDK’ê ji bo çi got; çi karê PKK’ê li Başûr heye?
Ma ne
serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bû li Mexmûrê çû cem gerîlayan û spasiya wan kir.
Wan gerîlayan ji bo parastina axa Başûr canê xwe feda kir. Hin dîmen hebûn, wan
nîşan dida ku gerîla û pêşmerge di yek çeperî de li dijî dagirkeran şer dikin.
Û vê yekê kêfa her kesî anî. Kesî li dijî wan tiştek negot. Ma qey gelekî zor e
ku PDK îro rabe û dîsa bi PKK’ê re li dijî dagirkeran şer bike. Gerîlayên ku duh
axa başûr diparastin, îro jî li ser heman xetê ne. Yê ku ne li ser rê ye, ew jî
PDK ye.
Heger em
li dagirkeriyê binêrin, yê ku rê li ber dagirkeriyê vedike PDK ye. Qaşo ji bo
serxwebûna Kurdistanê referandûm kirin û wê Kurdistan serbixwe bûya. Lê dev ji
serxwebûnê berdin, erdên di destê xwe de ji dagirkeran re berdan. PDK bi
siyaseta referandûmê Kurdistan pêşkêşî dagirkeran kir.
Gelo
meseleya referandûmê ji ku derket û kê ew xapandin? Yan jî PDK’ê bi zanebûn ev
yek kir. Wan dizanîbû wê encam bi vî rengî be. Dibe ku siyaseteke şaş yan jî
siyaseteke bi zanebûn be. Lê di encama vê siyasetê de zêdeyî nîvê axa Başûr ji
dest çû. Yê mayî jî PDK dixe destê dewleta Tirk. Ma ne dewleta Tirk bû di dema
referandûmê de gef li wan dixwarin. Piştî referandûmê jî bûn dostê hev û vê
dostaniyê hişt ku dewleta Tirk axa Başûr dagir bike. Li ser esasê ku
dijminatiyê bi gelê xwe re bike, hevkarî kirin.
Hevkariya
wan herî zêde zerarê dide xelkê Başûr. Dewleta Tirk bi artêş, îstîxbarat, aborî
û şerê taybet Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ev dagirkerî li her warî xuya
dike. Rêveberiya heyî li şûna ku xizmeta gel bike û alîkariya xelkê bike,
berevajî tevdigere. Ji gel distine û didize.
Li aliyekî
bi destê xwe rê li ber dagirkeriyê vedike, li aliyê din bi agahî û nûçeyên
derew hewl dide civakê bixapîne. Desthilatdariya PDK’ê û çapemeniya wê bi
temamî ketine bin kontrola şerê taybet ê dewleta Tirk. Ew çi dixwazin li gorî
wê tevdigerin. Tiştekî wan ê serbixwe tineye.
Her tişt
girêdayî dewleta Tirk e. Rêveberiyeke bi vî rengî tiştekî ku bide gel nemaye.
Ji serî heta binî, ketine çerxa dizî û gendeliyê. Derdê wan bûye berjewendiyên
wan. Ji bo vê yekê jî her rê û rêbaza xerab bi kar tînin. Welatparêzî û
Kurdayetî ne xema wan e. Heger xema Kurd û Kurdistanê xwaribana, nediketin
çerxa xiyanetê.
Demekê
qala serxwebûna Kurdistanê dikirin. Lê niha em dibînin, ew referandûm jî
lîstikek bû.
ASLAN ASLAN - ROJEV
0 Yorumlar