Dîroka şaristaniyê, dîroka windakirin û windabûna jinê ye. Ev dîroka ku kesayeta serdest a mêr bi xweda û xizmetkarên xwe, serwer û bindest, aborî, zanist û hunera xwe ve hatiye yekirin. Lewma windakirin û wendabûna jinê ji bo civakê kêmbûn û windahiyeke mezin e. Civaka zayendperest encama vê kêmbûn û windabûnê ye. Dema ku zilamê zayendperest serdestiya xwe ya civakî li ser jinê ava dike, ewqasî çavbirçî dibe ku her têkiliyeke xwezayî vediguhere nîşaneya serdestiyê. Di rastiya sedsala ku em têde dijîn yek ji mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin pirsgirêka jinê ye. Lê belê, her dem kêmasiya çareserî an pênasekirina pirsgirêkê heye. Analîzên jinan gelek caran bi perspektîfeke ne temam û yekalî hatine destgirtin. Bê guman di vê yekê de faktora herî girîng ewe ku ji nêrîna mêr dernakeve. Di pergala dewletparêz a hiyerarşîk, serdestiya mêr de jin di refên herî pêş de cih digirin û ev yek ji aliyê gelek derdoran ve tê qebûlkirin. Di serdemên destpêkê yên mirovahiyê de dayîk-jin mohra xwe li her aliyê jiyanê xistiye. Yê ku jiyanê bi erzaq û zayîna wê tayîn dike û birêxistin dikeye. Civak faktora herî girîng e ku mirovan dike mirov. Pêşketina ramanê ya di mirov de kedeke mezin daye civakbûnê. Di van pêvajoyên civakîbûnê de, nîzama têkiliyan li dora jin-dayîk, li şûna afirandina hêzê, Bi lihevhatina xwe ya bi cewhera civaka xwezayî ya organîk, hevgirtinê ye.
Jixwe jin gorê xwezaya xwe,
desthilatdariyê nake armanc. Parvekirina felsefeya wî ya jiyanê, têkiliya wî ya
lihevhatî ya bi xwezayê re helwesta wî ya îdeolojîk nîşan dide. Jixwe ji hişmendiya
dewletparêz û desthilatdariya wê re girtî ye. Rastiya ku civakbûna jinê
derdikeve pêş ji rastiya zayendî wêdetir 'ji me re nîşan dide ku jinbûn ne
diyardeyek fizîkî ye, diyardeyeke civakî ye.' Jiyana ku jin bi xwe re dafirîne
li ser bingehê wekhevî û azadiyê ye. Wê ji bilî xwe bi hemû zindiyên din re
yekîtiyek pir xurt û neşikestî afirandiye. Parvekirina her tiştê ku wê heye,
merdbûyîna wê nîşan dide. Di vê pergala têkiliyan de ti îstîsmar û zordestî
nîne. Jin û mêr di bin şert û mercên wekhev de jiyana hevpar bi hev re parve
dikirin, lê dema ku hişmendiya dewletparêz a hiyerarşîk, serdestiya mêr pêşket,
gav bi gav jin kişand nava pêkhateya civakî ya ku dixwest bafirîne. Her ku diçe
nirxên ku di jinan de hene hatin desteserkirin û hate xwestin ku jinan kêm
bikin. Em dikarin vê rewşa ku di civakê de derketiye holê, weke 'dij-şoreş'
binirxînin. Rastiya jinên ku diyarkerên civakbûyînê ne, ber bi rewşek wiha
paşverû ve tên kişandin, bi awayekî zelal, xirecira ku hatiye jiyîn nîşan dide.
Serdemek pêş dikeve ku têde pir rengbûn bi rûdana xirecireke dîrokî ber bi
dawiyê ve diçe, ku têde tenê zayendek dixwaze serdestiya xweza û mirovahiyê
bike, ev jî rastiyeke civakî ya ku her du zayend têde xwe azad îfade dikin
paşverûtir e. Her tişt bi yek reng û yek dengî hatiye pêçan, mîna ku bê vîn
were çêkirin. Jin bixwe ya yekemîn bû ku rastî zilmê hat, ya pêşî hat
îstîsmarkirin, ya yekemîn bû ku hat çewisandin û di malê fuhûşê de hat girtin.
Ketina jinê bi xwe re rûxandina mêran anî, rûxandina her du zayendan jî hilweşîna civakê
anî.
Ev pêvajoyên ku di mîtolojiyan de
têne vegotin, ne ew qas hêsan bûn û bi kêliyekê nehatin. Ew pêvajoyek pir
dijwar û nakok temsîl dike. Jinan bi berxwedan û têkoşîneke mezin hewl dan
nirxên komunal yên hatine bidestxistin biparêzin. Li aliyê din mêr bi
têkoşîneke mezin hewl da nirxên ku jinê afirandiye bi dest bixe û bi ser ket. Di pêvajoya pêşketina dîrokî de, di
mîtolojî û olên yekxwedayî de, wezîfeya ku ji mêran re dihate dayîn, wekî
xweda, xweda-padîşah, kahîn û pêxember dihat gotin, jin jî ji cewhera
xwedawendê ber bi fuhûş û sêhrbaziyê ve hatin darizandin û di deryaya demê, ku
rêwêtiya wê ne diyar e hat dîl girtin.
ROJDA FIRAT - ROJEV
0 Yorumlar