Gotina ku; "di osmanliyan de leyîstok xilas nabin" vegotina rastiya hişmendiya wan dike. Dewleta Osmanliyan xwe bi hişmendiya qirkirinê avakiriye û pêşde biriye. Di roja me ya îro de jî Dewleta Tirk û şefê faşîst Erdogan jî bi xeyalên ji nû de pêkanîna Osamanliya û bi hişmendiya Îttihat Terakî stratejiya wan ya bingehîn çî ye, neyartiya li hember Kurdane û li ser vê bingehê hebûna xwe di domînin. Ev 99 sale ji bo ku gelê Kurd qir bikin, tine û îmha bikin tiştek ne meya ku pêk ne anîne. Wê demê ez pirs dikim gelo hûn di roja me ya îro de ferqek dibînin?
Bi
hezaran salane gelê Kurd tên qetilkirin. Di dîroka Kurdan de roj nîne ku ne
hatibin qetilkirin. Li ser xaka Mezopotamya ji şerê cîhanê yê yekemîn yê ku di
sala 1914'an de hatibû destpêkirin heta roja me ya îro komkujî, talan,
qirkirin, kuştin, wêrankirin, penabertî li ser gelê Kurd, Suryan, Ermenî, Asurî
û kêm netewan her tim hatiye pêkanîn û tê pêkanîn jî. Bê guman komkujiya ku di
20’ê Tîrmehê de li Zaxo (Peraxê) li ser cihê seyrangehê ji hêla dewleta Tirk ya
barbar ve pêkhat û di encama wê de 9 welatiyên Ereb jiyana xwe ji dest dan û 29
jî birîndar bûn, ne cara yekeme. Siyaseta ku şefê faşîst Erdogan li Kurdistanê
û Rojhilata Navîn dixwaze pêkbîne, berfireh kirina dagirkerî û hişmendiya xwe
ya osmanî ya nû ye.
Ji
bo ser navê Kurd- Kurdistanê pêşketin çênebe, têkoşîn û berxwedanî ava nebe her
tiştê dikin. Em ji bîr nekin di komploya Navdewletî de Barzanî û PDK rolek
mezin leyîstiye. 3'ê Tabaxa sala 2014'an de PDK gelê me yê Êzidî radestî çeteyên DAÎŞ kir. Îro jî bi ser
çeteyên DAÎŞ'ê Erdogan re xwîna Kurdan di rişîne. Belê eve yê ku xwîna me erzan
dike? Wê demê ez jî dixwazim pirsek bikim, ji bo ku xwîna me erzan nebe, ti kes
li ser xwîna me jiyan neke, rant neke em çidikin? Çend rondika di rişînin, çend
belayan dixwînin û ji xwe re di rûnin?
Bê
guman komkujiya ku li Zaxo (Peraxê) pêkhat gelek aliyên xwe hene. Pêwîstî pê
heye ku mirov rast bixwîne û rast şîroveya wê bike. Bê guman bi awayekê plankirî
ev komkujî hatiye pêkanîn. Ezê jî di aliyekê wê bigrim dest. Rêber Apo di gelê
Kurd de şoreşa civakî, çandinî û demokratîk afirand. Ev yek jî ji bo
demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn hêzek mezin derxistiye holê. Her çiqasî ji
hêla pergala baviksalarî ve dîroka mirovahiyê hatibe berovajî kirin jî lê her
tim têkiliyek dîrokî di navbera gel, civak û netewan de heye. Di rastiya xwe de
jî têkiliyek dîrokî di navbera gelê Ereb û Kurdan de heye. Bi paradîgmeya Rêber
Apo ya Netewa Demokratîk re ji her deman zêdetir gelê Kurd-Ereb nêzî hevbûne û
yekîtiyek di navbera wan de hatiye avakirin. Bê guman ev yek jî bi ked, têkoşîn
û berxwedaniya Rêber Apo re hatiye avakirin. Di xeta netewa demokratîk de gelê
Kurd-Ereb çiqasî hevgirtinek bi hêz, zanist pêşbêxin ev yek wê di Rojhilata
Navîn de bandoriyek bi hêz li ser civak,
gel û baweriyên cuda jî çêbike.
Li
Rojavayê Kurdistanê îttîfaqa stratejîk ya di navbera gelê Kurd-Ereb de avabûye
wê li ser bingeha hişmendiya xeta netewa demokratîk çarenûsa gelên Rojhilata
Navîn diyar bike. Wê demê mirov pir rehetî dikare bibêje ku komkujiya li Zaxo
(Peraxê) ji hêla dewleta faşîst ya Tirk ve pêkhatiye, li hember xeta netewa
demokratîk pêşketiye. Ji ber ku di nava civakan de hevgirtin, yekîtiyek civakî,
siyasî, aborî, leşkerî avabibe wê tevahî plan û hesabên dewleta Tirk ya
dagirker, faşîst têkbibe û xeyalên wê jî hilweşîne. Di rastiyê de xwast gelê
Ereb dijberê gelê Kurd ango tevgera azadiya Kurd rake. Ji ber ku di rastiyê de
netewa ku pêşengtî ji xeta natewa demokratîk re dike û wê bike jî gelê Kurd e.
Bertekên
gelê Ereb li hember komkujiya Zaxo danyîn raber kirin, cihê şanaziyê ye. Ger ku
îro hikûmeta Iraq li hember vê rewşê serî li Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî
da ev encama berxwedaniya gel e. Serkeftin di rêxistinbûyîn, yekgirtin, yekitî
û berxwedaniya gel û gelan de ye.
GULAN AVRÊL - ROJEV
0 Yorumlar