Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Bi rêdayîna qada hewayî re Kurd û Ereb tên qetilkirin’

Endamê Komîteya karên derve yê Wargeha Mexmûrê, Hadî Pûsat da zanîn eger qadên hewayî ji Tirkiyê re neyê rawestandin, wê her roj komkujiyên mîna ya Perex a Zaxoyê dûbare bin û ev bang kir: “Divê hikumet li dijî dewleta Tirk wekî gel tevbigere û bibe xwedî helwestek cidî.”

ARMANC HEREKOL - ROJEV

Endamê Komîteya karên derve yê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hadî Pûsat, têkildarî êrişên dewleta Tirk a bi rêya balafir û keşfan li ser gel pêktîne, her wiha bêdengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ya li beramberî van êrişan ji rojnama me re peyivî û bang kir da ku qadên hewayî ji êrişên dewleta faşîst a Tirk re bê girtin.

‘Êrişên dewleta Tirk bandorekî mezin li gelê herêmê dike’

Hadî Pûsat di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku şer û teknîk mirovan û xwezayê qir dike û got: “Êrişên ji hêla qadên hewayî ve tên kirin, zererekî mezin dide civak, lawir û xwezayê. Wek Mexmûr em vê yekê ji nêz ve dizanin, ji ber ku li ser me jî tê pêkanîn. Li Iraq û Herêma Kurdistanê, ev bi salane ji aliyê faşîstên Tirk ve tên bombebarankirin û niştecihên van herêman, di hemû hêlan de têk çûne. Derûniya xelkê herêmê bin guhê hev ketiye û tirsek mezin ketiye dilê gel de. Ji ber êrişên hewayî xelk nikare zeviyên xwe bikêlin û çandiniyê bikin. Her wiha xelk êdî nikare biçin cihên seyrangehan jî. Ev bi serê xwe xeterî û metirsiyek mezin e. Çekên kîmyewî tên barandin û talanekî mezin çêdibe. Hemû cûrê teknîkê li ser Kurd û Kurdistanê bikartînin.”

‘Konseptekî şerê taybet li ser me tê meşandin!’

Hadî di nava axaftinên xwe de bibîr xist ku gelê Wargeha Mexmûrê penaberên siyasî ne û wiha pê de çû:“ Me bi saya keda xwe, statuya penaberên siyasî bidest xistiye. Herêma ku em tê de dijîn, penaber tên biçûk xistin û çavekî cûda temaşeyî penaberan dikin. Lê bi saya rêxisitna me, ew bi wî awayî temaşeyî me nakin. Ji ber ku em penaberên perwerdekirî û xwedî îdeolojî ne. Em ne ji birçan penaber bûne, NY û Iraq vê yekê baş dizane. Ji ber êrişên dewleta Tirk gelek hevdîtinên me çêbûne û ev bi salane em xebat didin meşandin. Hem bi hêzên siyasî û hem jî bi hikumetê re em hevdîtinan çêdikin û mijara êrişên hewayî dixin rojeva wan. Lê ji ber mijarên siyasî, pêşî li van êrişan nagirin. Daxwazên me ji bo parastina serweriya axa Iraqê ye. Ji ber ku em niha di axa Iraqê de dijîn. Ev rastiyeke ku konseptek ji aliyê Tirk, PDK, NY û Iraqê ve li ser me tê meşandin.”

‘Helwesta gelê Iraqê pîroze’

Her wiha Pûsat komkujiya Zaxoyê bibîr xist û xemgîniya xwe anî ziman û wiha axivî: “Em ji ber komkujiya Perex a Zaxoyê, pir xemgînin. Helwesta gel mirov dikare pîroz bike û helwestek di cih de bû. Piştî helwesta gel, ji aliyê rêxistinên gel ve nerazîbûn hatin nîşandan. Di vê bûyerê de jî hat dîtin ku dewleta Tirk zererê dide gel. Bi êrişên hewayî gelê Ereb û Kurd qetil dikin. Ji bo vê divê qada hewayî li Tirkan bê girtin û leşkerên wan li ser axa pîroz bên avêtin. Divê hikumet bibe xwedî helwest û li gor gel tevbigere. Gel dibêje, bila Tirk ji axa me derbikeve û rê li êrişên hewayî bên girtin. Ji aliyê rêvebriya herdu herêman ve xemsariyek mezin heye û divê ev xemsarî bê şikandin.”

Herî dawî Endamê Komîteya karên derve yê Wargeha Mexmûrê, Hadî Pûsat bang li hikumetê kir da ku li dijî êrişên dewleta Tirk bibin xwedî helwest û bi teybet qada hewayî ji dewleta Tirk re bigire. Her wiha bang li gel jî kir da ku ji bo parastina welatê xwe dakevin qadan û bertekên tûnd nîşan bidin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar