KCK'ê êrîşên faşîst ên li ser saziyên Elewiyan şermezar kir û got, têkoşîna demokrasiyê ya li hemberî van êrîşan tê wateya nûkirina rastiya Huseyînî.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê têkildarî êrîşên li taxên
cuda yên Enqereyê di roja destpêkê ya Rojiya Mûharremê de li hemberî Cemxaneya
Dayik Fatma, Cemxaneya Şah-i Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Tirkmen
Elewî Bektaşî hatin kirin, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya komîteyê wiha ye:
"Destpêkê, di vê meha Mûharremê de ku weke 'Meha Heram'
jî tê naskirin, em êrîşên li Elewiyan şermezar dikin ku ji bo bîranîna şehîdên
Kerbelayê rojiya Mûharrem digirin. Bang li Elewiyan dikin ku li dijî faşîzmê û
êrîşan têkoşîna yekîtî û demokrasiyê bimeşînin.
Ji ber êrîşên li Enqereyê, em bang li Elewiyan dikin ku li
gorî fermana rêya heqîqetê ya ku jê bawer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê hîn
bi xurtî û bi bandor helwestê nîşan bidin. Em di wê baweriyê de ne ku Elewî wê
hêza xwe ya civakî û siyasî hîn bi rêxistinî nîşan bidin, bersivên xurtir bidin
êrîşan û bi yekbûnê bersivê bidin faşîzmê. Ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li
dijî faşîzmê di vê pêvajoyê de bi ser bê xistin, em bang li tevger, ciwan, jin,
sazî û rêxistinên Elewiyand ikin ku berpirsyariya xwe ya dîrokî bi hev re bi
cih bînin.
KARAKTERÊ FAŞÎST Ê VÊ DEWLETÊ MEZIN E
Hêzên ku xwedî mejî û senteza Tirk Îslamê ne, gihîştine wê
astê ku gefê li bawerî û gelên herêmê dixwin, êrîş dikin, bi polîtîkayênq
irkirinê hewl didin qir bikin. Dîroka dewleta Tirk dîroka bi komkujiyên li ser
komên bawerî û gelan dagirtî ye. Di nava vê dîrokê de yek ji beşên civakî yên
ku timî qirkirina çandî û fîzîkî li wan hatiye kirin, zext û asîmîlasyon li wan
hatiye ferzkirin, Elewî ne. Dewleta Tirk bi qetilkirina Kurd û Elewiyan hîmê
xwe danî û bû xwedî rastiyeke bi vî rengî. Û rejîma faşîst a niha ya AKP-MHP'ê
xerabtir e. Dibêje ku hevdîtinê bi Elewiyan re dike, serdana Cemxaneyan dike,
lê belê divê Elewî zanibin ku karakterê faşîst ê vê dewletê mezin e. Dema ku
serdana Elewiyan dike, hingî ji bo amadekirina bingeha komkujiyeke mezin a li
dijî Elewiyan vê yekê dike. Xwe bi rêxistin kirine, amadekariyê dikin, naxwe
çima 20-30 hezar çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê hene? Hêzên xwe yên paramîlîter hene ku
bi rêya SADAT'ê bi rêxistin kirine. Polîs bi temamî di bin xizmeta wan de ne,
her wiha pêwîstiyê pê nabînin ku zêde hêzên leşker û polîsan li ber çavan bi
kar bînin. Weke ku di mînaka Denîz Poyraz de hate dîtin, eşkere bû ku kujer
çeteyeke û ji bo kuştinê hatiye perwerdekirin. Niha daxuyaniyê didin ku
êrişkarê li Enqereyê destgîr kirine. Gelo ew kî ye? Çawa dibe ku kesek li pênc
deverên cuda bi hemwextî dikare êrîşê bike? Kesekî bêplan, bêrêxistinî,
bêamadekarî çawa dikare ewqasî bi plan, bi amadekarî û bi rêxistinî bikeve nava
liv û tevgerê?
BI RASTIYA HUSEYÎNÎ DIVÊ HELWEST BÊ NÎŞANDAN
Ev hemû nîşan didin ku li Tirkiyeyê li dijî Elewiyan
pêvajoyeke gelekî xetere destpê kiriye. Radixe pêş çavan ku divê Elewî bi
rêxistin bin, dawî li rewşa parçebûyî û ji hev belavbûyî berdin, rojevên sivik
li aliyekî dayne û bi rojevên jiyanî re mijûl bibin. Pêwîste Elewî bibînin ku
ji bo karibin azadiya baweriya xwe bi dest bixin, ji bo karibin mafên xwe yên
welatîbûna azad werbigirin divê xweparastina xwe xurt bikin û civaka Elewî
biparêzin. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo Elewiyan temsîla Yezîtiya vê sedemê dike.
Lewma em dixwazin bibêjin ku meşandina têkoşîna demokrasiyê li dijî faşîzma
AKP-MHP'ê tê wateya nûkirina rastiya Huseyînî. Em dixwazin li bîra Elewiyan
hemûyan bixin ku li gorî baweriya Elewîtiyê, li her devera ku Yezît hebe divê
Elewî hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna demokratîk bibin.
Beriya her tiştî divê Elewî ji bo azadiya baweriya xwe
têbikoşin. Ji bo vê jî girîng e Elewî tavilê dawî li sekna belawela û parçebûyî
bînin, di çarçoveya perspektîf û bernameyeke hevpar de li dijî faşîzmê li eniya
têkoşîna hevpar bibin yek, xwe mezin û xurt bikin. Di serî de Elewî divê hemû
hêzên muxalîf û demokratîk ên li Tirkiyeyê, bi wesîleya êrîşên li Enqereyê vê
rastiyê bi kûrahî û eşkere bibînin û têbikoşin.
Em dixwazin li bîra Elewiyan, hêzên çep, sosyalîst û
demokratîk bixin ku sekna hêjayî ya Huseyînî, parastina mafê mezlûman li dijî
zaliman bi têkoşîna li dijî vê dewlet û desthilatdariya çete, komkujer û faşîst
dibe, bi mezinkirin û xurtkirina vê têkoşînê dibe. Bi vê wesîleyê em careke din
dixwazin destnîşan bikin ku pêşîgirtina li komkujiyên nû bi têkoşîna hevpar a
hêzên demokratîk dikare pêk were. Mêtingeriya Tirk ji aliyê îdeolojîk ve xwe
dispêre feraseta çewt a Tirk Îslamê. Lewma li hemberî êrîşên têne kirin em bang
li Elewiyan, derdorên Îslamê yên demokratîk, xelkê Êzidî û hêzên demokrasiyê dikin
ku li dijî Yezîtê vê serdemê li ber xwe bidin."
0 Yorumlar