Koordînasyona KJK’ê di salvegera qetlîama Şengalê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got “Civaka navneteweyî û sazî divê li hemberî êrîşên TC’yê yên ku dûmahîka fermanê ne, helwesta xwe zelal bikin.”
Koordînasyona Komalên Jinên
Kurdistan (KJK) bi wesîleya salvegera qetlîama Şengalê daxuyaniyeke nivîskî
weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin
3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî qetlîam kirin û hate
gotin “3’ê Tebaxê wekî qirkirina jinan jî ketiye dîrokê. 3’ê Tebaxê civaka me
ya Êzidî di serî de ji bo mirovayetî û herêmê bûye dîrokeke ku divê neyê
jibîrkirin. Bi hezaran Êzidî li ber çavê dinyayê ji ber bawerî û nasnameya xwe
hatin qetilkirin û li ser wan qirkirin hate kirin. Bi hezaran jinên Êzidî li
hemberî her cure kirinên hovane û tarî yên vê faşîzmê hatin, li bazaran hatin
firotin, tecawizî wan hate kirin û hatin qetilkirin. Hê jî aqûbeta bi hezaran
jinan nayê zanîn.
Di salvegera 8’emîn a fermanê de
em wekî roja pêşîn êş, hêrs û tolhildana wê dijîn û em ê vê qetlîamê ji bîr
nekin. Kesên ku ev qetlîam kirine û berpirsên vê qetlîamê em wan bi nefret
şermezar dikin û em diyar dikin ku em ê di têkoşîna xwe de hesabê wan bipirsin.
Şehîdên fermanê û hemû şehîdên berxwedana Şengalê yên ku li hemberî fermanê berxwedan
bi rêxistin kirin jî em bi hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em
ê bîranîna wan li Şengala azad û xweser de bidin jiyîn.”
ÊRÎŞÊN TCYÊ WEKÎ YÊN DAÎŞÊ NE
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin
ku di fermana li ser civaka Êzidî de berpirsyariya PDK û hêzên Iraqê heye û
hate gotin “PDK û hêzên Iraqê ji dêvila ku divê hesab bidin vî gelî, nayê
qebûlkirin ku ew îradeya civaka Êzidî nas nakin, rêxistinbûn û xwerêveberiya wê
qebûl nakin û bi ser dixwazin careke din xwe li ser civaka Êzidî ferz bikin.
Civaka me ya Êzidî diyar dike ku di fermanê de berpirsyariya van hêzan heye û
peymana 9’ê Cotmehê jî wekî dûmahîka fermanê dibîne û li hemberî vê fermanê ne.
Birînên fermanê çiqasî giran be
jî xweparastina civaka me ya Êzidî di serî de, li ser xwerêveberiyê xwe bi
rêxistin kir û nehişt ku ferman bi ser bikeve. Lê desthilatdariya faşîst a
TC’yê ya ku bi barbarên wekî DAÎŞ’ê re dixebitin, îro tişta ku DAÎŞ’ê nekariye
bike, ew dixwazin temam bikin. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê tehamulî
îradeya xwerêveberiyê ya civaka me ya Êzidî nake û li pêş çavê dinyayê her roj
Şengalê bomberdûman dike, zarok û pêşengên civaka Êzidî qetil dikin. Li hemberî
ev êrîşên TC’ya barbar li hemberî DAÎŞ’ê dike, ji aliyê dinyayê ve bi bêdengî
tê temaşekirin û kes dengê xwe nake.
Li hemberî civaka me ya Êzidî û
jinan ên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser wê qetlîameke mezin hate kirin,
berpirsyarî û peywirên me yên mezin heye. Di serî de civak û saziyên
navneteweyî, tevgerên jinan, hemû hêzên demokratîk divê li hemberî êrîşên TC’yê
yên ku wekî dûmahîka fermanê ne dengê xwe derxînin û helwesta xwe zelal bikin.
Li ser vê civakê bi dehan qirkirin hatine kirin û ji bo ku dîsa qirkirin pêk
neyê, divê xweparastin, îrade, xwerêveberiya vê civakê qebûl bikin û
piştgiriyê bidin wan.
DIVÊ WELATÊN EWROPAYÊ
PIŞTGIRIYÊ BIDIN ÎRADEYA CIVAKA ÊZIDÎ
Di daxuyaniya KJK’ê de hate
diyarkirin hinek welatên Ewropayê qetlîama li ser civaka Êzidî wekî qirkirin
qebûl kirine, ev gaveke girîng e lê kêm e û hate gotin “Welatên Ewropayê divê
li hemberî êrîşên TC’yê yên ku wekî dûmahîka qirkirinê ne jî helwesta xwe zelal
bikin û piştgiriyê bidin îradeya xwerêveberiyê ya civaka Êzidî.
Civaka me ya Êzidî û bi taybetî
jinên Êzidî çawa ku bawerî, çand û felsefeya Ezda ya ku çanda me ya bi kok e
heta îro anîne, ji bo ku ji niha û şûnde karibin van nirxan bidin jiyîn jî wê
li ber xwe bidin, xwerêxistinbûna xwe û xebatên xwe yên avakirinê li ser
bingeha azadiyê kûrtir bikin. Mezinkirin û domandina vê çanda me ya qedîm a ku
bi berxwedanê heta îro hatiye, em Kurd di serî de peywira hemû mirovayetiyê
ye.”
0 Yorumlar