Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di operasyonekê de 8 endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker girtine û got: “Em ê di saetên pêş de îtîrafên wan parve bikin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di operasyonekê de 8 endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker girtine.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me kesên ku ji îstixbarata dewleta Tirk re kar dikin demeke dirêj şopandin û piştî ku agahiyên pêwîst bi dest xistin, di oparesyonekê de ew girtin.
Ev kesên ku karê îstixbaratiyê kirine destê wan di şehadeta fermandar “Dîler” yê Meclisa Leşkerî ya Kobanê û fermandar “Mizgîn Kobanî” ya Meclisa leşkerî ya Eyn îsayê de hene û her wiha di gelek karê xerabiyê yên din de jî cih girtine.
Navên kesên girtî jî ev in:
Ehmed Mihemed Îbrahîm
Ebid Îsmaîl Îsa
Yasêr Xelîl Mihemed
Bekrî Mihemed îsa
Îsmaîl Mihemed Ibrahîm
Hisên Ehmed Mihemed
Ehmed Mehmûd Xelef
Şems El-Dîn Reşîd Qasim
Em ê di saetên pêş de jî îtîrafên wan tam nîşan bidin.”
0 Yorumlar