Ticker

10/recent/ticker-posts

Sedir û Çarçoveya Hemahengî: Dakevin kolanan

Çerçoveya Hemahengî dem û cihê xwepêşandanê ji bo aligirên xwe diyarkir û daxwaz kir ku aligirên wî dakevin kolanan û got: “Di saet 17:00’an de ji Pira Daliqandî ya Bexdayê dest bi xwepêşandanê bikin, lê nekevin Herêma Kesk.”


Piştî banga serokê Eniya Sedir, Muqteda El Sedir, ji 30’ê Tîrmehê ve bi hezaran alîgirên Sedir daketin kolanan û ketin avahiya Parlamentoya Iraqê. Ji wê rojê alîgirên Sedir di nava parlamentoyê dene, her ku diçe aloziya li Iraqê kûrtir dibe.

Çerçoveya Hemahengî ya Şîeyan jî vê carê bang li alîgirên xwe kir da ku dakevin kolanan. Çarçoveya Hemahengî daxuyaniyek bang li alîgirên xwe kir da ku îro di saet 17:00’an li pira Daliqandî ya Bexdayê kom bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Ev bangawaziya me ne tenê ji bo alîgirên Çerçoveya Hemahengiye, daxwaz ji gelên Iraqê dikin beşdar bibin. Armanca wê ne li dijî kes yan komek taybet be, parastina dewlet, saziyên desturî û proseya siyasiye.”

Tevî ku cihê ku Çerçoveya Hemahengî ji bo destpêkirina xwepêşandanê diyarkirî rêya sereke ya herêma kesk a Bexdayê ye jî, lê di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku ketina Herêma Kesk qedexe ye divê li benda biryarên taybet bimînin.

Li gorî daxuyaniyê hat destnîşan kirin ku divê xwepêşanderên alîgirên Çerçoveya Hemahengî li gel hêzên ewlehiyê di nava hevsengiyê de bin û dibêje: “Ji ber ku destpêkirina xwepêşandanê ji bo vegerandina rumeta we ye ku ji aliyê kesên din ve hatiye şkandin.”

Her wiha Çerçoveya Hemahengî dawxaz kir ku di xwepêşandanê de ala Iraqê û ala Huseynî rakin û diruşmeyên pîroz bên bilindkirin.

Li aliyek din heman demê de Wezîrê Sedir Salih Mihemed Iraqî daxuyaniyek belavkiribû û wiha ragihandibû: “Daxwaz ji aligirên Tevgera Sedir dikîn ku ji bilî parêzgeha Necef dakevin hemû kolanên parêzgehên Iraqê. Di saet 17:00’an de dakevin kolanan û xwepêşandan li darbixin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar