Ticker

10/recent/ticker-posts

Sûcên şer ên dewleta Tirk bi belgeyan derdikevin holê

Bi kamerayê dîmenên leşkerên Tirk ên dagirker ên ku li dijî tunelên şer ên Şehîd Hêjar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkariyê amadekarî dikin ku bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş bikin, hatin girtin.


Êrîşên dagirkeriyê yên ku artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Nîsana 2022’an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, dikeve meha 5’emîn de. Artêşa Tirk a dagirker a ku li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nikarin bi pêş ve biçin û di demek kurt de ketin tengasiyê, di vê pêvajoyê de dîsa rêbazên xwe yên şerê qirêj xistin dewrê. Tunel û çeperên li Qada Berxwedanê ya ku ji aliyê gerîla ve tê parastin, ji roja destpêkê û şûn ve bi awayek dijwar balafirên şer û helîkopterên êrîşê bi obus û hewanan bombe dike.

Dewleta Tirk a ku bi piştgiriya bêsînor a NATO’yê ji hemû derfetên teknolojiyê sûd digire û erdnîgariya Kurdistanê her roj bi dehan car bombebaran dike, gelek caran li hemberî gerîla bi bikaranîna bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî sûcên şer kir.

Gelek caran bi dîmenan sûcên şer ên dewleta Tirk hatin îspatkirin û dîmenek din jî li ser zêde bû. Bi kamerayê dîmenên leşkerên Tirk ên dagirker ên ku li dijî tunelên şer ên Şehîd Hêjar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkariyê amadekarî dikin ku bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş bikin, hatin girtin. Dîmenan carek din şerên qirêj a ku dagirker bi rêve dibin, derxist holê.

Di dîmenan de diyar dibe ku leşkerên Tirk ên dagirker bi bandan derdora teqemeniyan monte dikin û bombeyên taybet ên ku bandora bombeya taktîk nukleer çêdikin jî diyar dibe. Bombeyên taktîk nukleer ên ku 5 leşker bi hesasiyetek mezin hewl didin bi cih bikin û hemû jî bi qabloyan bi hev ve girêdayîne, dibin li ber cihê ketin hundirê tunelan. Dagirkerên ku girîngiyek mezin didin bombeyên taktîk nukleer û hêviya xwe pê giradayîne, bombeyan di hembêza xwe de digirin û wêneyan digirin. Ev yek jî îspata agahiyên hatîn diyarkirin, nîşa dide.

Dagirkerên ku hewl didin bi teqînên mezin berxwedana gerîla bişkênin, qasî ku derfet dibînin hewl didin bê navber tunelên şer bombe dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya ku 17’ê Tebaxê dayî de diyar kiribû ku artêşa Tirk di 4 mehên dawî de li dijî tunel û çeperên şerê ên li Qada Berxwedanê hezar û 532 caran bi bikaranîna bombeyên taktîk nukleer ên qedexekirî û çekên kîmyewî sûcê şer û mirovî kiribû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar