Ticker

10/recent/ticker-posts

Jinên Mexmûrê dijî tecrîdê meşiyan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jinan bi meşekî girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir.


Jinên Wargeha Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi awayek girseyî meşiyan. Di meşê de posterên Rêber Ocalan û pankartên li ser ‘Dem dema azadkirina Rêber Apo ye’, ‘Sonda me ye, emê pergala Îmralî bişkênin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ hatîn nivîsandin hatin hildan. Her wiha di meşê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bican Bixwîn Em Bi Tere Ne Ey Serok” hatin qîrîn.

Meş ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan heta Parka Şehîd Arîn Cûdî dewam kir. Li ber Parka Şehîd Arîn sekinîn û daxuyaniyek hat dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê re daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Wargehê Fatma Bîlen ve hat dayîn.

Fatma Bîlen di daxuyaniyê de bal kişan li ser rewşa Rêber Ocalan û got: “Em ji wargeha berxwedêr, wargeha şehîdan silavên xwe ji bo Rêber Apo dişînin. Îro tecrîdek girankirî li ser Rêbertî heye, bi hîncetên bê bingeh bi dehan car cezayê hûcerya yek kesî û cezayên cûr be cûr lê hatiye birîn. Em jî wek jinên Wargeha Mexmûr ji bo vê tecrîd, zilm û nexweşiya ku li ser Rêbertiya me tê meşandin rabikin em li vir kombûne. Ev 17 mehin bi ti awayî ne ji aliyê malbatê ve û ne jî ji aliyê parêzeran ve ti agahî ji Serokatiya me nayê girtin. Em vê tecrîdê şermezar dikin û bang li tevahî cîhanê dikin ku li hemberî vê tecrîdê bêdeng ne mînin. Dixwazin Rêber Apo di zindana Îmraliyê de bêdeng bihêlin, em wek gelê Kurd, gelê aştîxwaz destûr nadin vê yekê heta ku yek ji me li ser rûyê erdê ye emê Serokatiya xwe biparêzin. Emê wek jin li dora Rêberê xwe bibin xelek, em vê tecrîdê qebûlnakin û dibêjin dewletên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî li hemberî vê zilm û tecrîda li ser Rêbertî her wiha êrişên li ser Rojavayê Kurdistê û tevahî herêmên din yên Kurdistanê bêdeng nemînin. Em wek gelê Kurd yê di welat û derveyî welat de pêwîste heta em Rêbetiya xwe bi fîzîkî azad nekin em li ser piyan bin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bimre Xiyanet” bi dawî bû.








Yorum Gönder

0 Yorumlar