Şehîd Deniz Firat di 8’emîn salavegera şahadeta xwe de, ji aliyê hempîşeyên xwe û xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve hate bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de soza şopandina şehîdan hate dayîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd
Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa 2014’an li Mexmûrê di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê
de şehîd ketibû, ji aliyê hempîşeyên xwe û xelkê wargehê ve bi daxuyaniyekê
hate bi bîr anîn.
Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi girtina deqeyek
rêzgirtin ji bo cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê
Rojnemevan Bêrîvan Tunç axîvî.
Tunç di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Deniz de
hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û got: “Şehîd Denîz di temenê xwe yê zarokatî
de tevlî nava refên gerîlayan dibe. Ji bo êşa gelê Kurd parve bike û wan
bigihînin azadiyê heta dawîya jiyana xwe xebatkir. Demek dirêj Şehîd Deniz di
çapemeniya azad de ji bo gihandina heqîqetê xebat kir. Wek tê zanîn dema
çeteyên DAIŞ’ê êrişê Mexmûrê kirî, şehîd Deniz têkoşîna gel û gerîlayên Azadiya
Kurdistanê ji raya giştî re radigihand û di wan kêliyan de şehîd ket. Ji wê
rojê heta niha şerek berfireh li ser gelê Kurd tê meşandin. Ev şerê qirkirinê,
îro li ser rojnemevanên Kurd û çapemeniya azad tê meşandin. Rojnemevanên me yên
wek Şehîd Denîz û Şehîd Nûjiyan Erhan di encama van êrişên qirker de gihiştine
şahadetê. Her wiha li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê hertim rojnemevanên
azad hedef tên girtin. Em di kesayeta şehîd Deniz û Şehîd Nûjiyan de hemû
êrişên li ser rojnemevanê azad şermezar dikin û soz didin ku heya dawî emê wek
rêhevalên wan şopdarên rêya wan bin.”
Herwiha li ser navê Malbatê jî dayîka Şehîd Deniz, Sultan
Yidiztan axivî û di kesayeta Şehîd Deniz de hemû şehîdên tevgera azadiya
Kurdistanê bi bîr anî û ev tişt gotin: “Em wek malbat û gelê azadîxwaz soz
didin ku emê heta dawî doza şehîdên xwe bişopînin. Ger em, hêza xwe bi ya
gerîlayên xwe re bikin yek, wê teqez serkeftin ya me be. Ji bo wê jî pêwîste em
gel di vê pêvajoyê de li ser lingan bin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi
dawî bû.
0 Yorumlar