Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi felsefeya Rêber Apo li dijî dijmin têdikoşin

Gerîlayê HPG'ê Hogir Amanos diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew tevlî nava refên gerîla bûye û got, "Em bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna herî mezin li dijî dijmin dimeşînin."

Ciwanên Kurd ji bo têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî nava refên gerîla dibin. Yek ji van ciwanan jî Hogir Amanos e ku ji Bakur tevlî bûye.

Gerîlayê HPG'ê Hogir Amanos qala hincetên tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla kir û got, "Dewleta Tirk li dijî civaka Kurd şerekî giran ê taybet dimeşîne. Lîstikên kûr pêk tînin, li dijî kesên azadîxwaz jî zextên mezin pêk tînin. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê zindan roj bi roj zêde dibin. Ji bo pêşî li berxwedanê bigirin, pêşengên azadîxwaz dikin hedef û wan dikin zindanê. Civak ji pêşengan dûr dixe û li dijî ciwanan polîtîkayên asîmlasyonê dimeşîne. Dijmin dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bide tinekirin."

‘NEXWEŞXANEYA GEVERÊ BI CENAZEYÊ LEŞKERAN TEJÎ BIBÛ’

Amanos anî ziman ku wî di ferqa polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker de bûye û li dijî vê biryara tevlîbûnê girtiye û wiha dewam kir, “Min van rastiyan hemû  ferq dikir. Bi taybet ev şerê ku li Zap û Avaşînê pêk tê, bi awayek şênber têk çûna dewleta Tirk radixîne ber çavan. Bi çavên serê xwe bûm şahidê encamên vî şerî. Li nexweşxaneya Geverê bi cenazeyên leşkeran tejî bibû. Li gelek cenazeyên xwe xwedî jî dernediketin. Di çapemeniyên xwe de cih nadin, rastiyên ku li vir pêk tên. Ez di ferqa van rastiyan de bûm. Lê belê min nedizanî ez ê çawa bertek nîşan bidim, çawa li hemberî van zextan,  van planên qirêj ya bi hevkariya PDK’ê pêşdiketin têkoşîn bikim.”

HELWESTA HERÎ RAST TEVLÎBÛNA GERÎLA BÛ

Amanos diyar kir ku wî di nava nakokiyên bi kaos a civakê de felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye û got, “Exlaq, jiyan, têkoşîn û berxwedana Rêbertî, her wiha hewldana wî ya ji bo azadiya gelên Kurdistanê û perspektîfên wî ya ji bo ciwanan min gelek bandor kir. Bi taybet di salên dawî de, roj bi roj girankirina tecrîdê, şerê dagirkirinê û komkujiyên li hember gelê Kurd hêrsa min mezin kir. Ya herî girîng jî mijara bikaranîna çekên kîmyewî ya li hember gerîla hêrsa min derxist asta herî jor. Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe, carekî din da xuyakirin ku di derbarê mirovahî û exlaqê civakî de zereyî misqal pîvan di hindirê xwe de ne hewandiye. Weke ciwanekî Kurd min nekarî van kiryaran bipejrînim. Ji ber vê yekê helwest û birayara herî rast tevlîbûna nav refên gerîla bû.”

‘LI DIJÎ DAGIRKERAN TÊKOŞÎNA HERÎ RAST Û ENCAMGIR TEVLÎBÛNA BI FELSEFEYA RÊBERTIYÊ YE’

Gerîla Hogir Amanos da zanîn ku gerîla ji bo wî bûye bingeha xwe perwerdekirinê û ev tişt got, “Piştî tevlîbûna gerîla gelek guhertinên berbiçav çêbûn. Hem di warê leşkerî de, hem jî di warê bîrdozî de ez pêş dikevim. Gerîla di her warî de ji bo min bû cihê perwerdeya bingehîn. Gelek ji jiyan, parvekirin, hezkirin, rêzdayîn û berpirsyariya hevrêyên xwe bandor dibim. Li hemberî hev hişyariyek mezin heye. Pergal ciwanan tine dike, cewherê wan vala dike û perçe perçe dike. Lê jiyana  Rêbertî ciwanan ji nû ve ava dike, dike xwedî îrade û dike xwedî hêz. Ez jî hîs dikim ku bi ronahiya fikir û felsefeya Rêber Apo pir bi hêz bûme. Li hember lîstokên dewleta Îranê jî, ya Tirkiyeyê jî û her wiha li hember tevahî dagirkeriyê têkoşîna herî rast û encamgir tevlîbûyîna felsefeya Rêbertiyê ye.”

‘DI ŞEXSÊ DAGIRKERIYA TIRK DE TEVAHÎ HÊZÊN HEGEMON-EMPERYAL DÊ TÊK BIÇE’

Amanos li dijî bikar anîna çekên kîmyewî nerazîbûn nîşan da û wiha domand, “Ligel ku çekên kîmyewî di qada Neteweyên Yekbûyî de, di bin her şert û merci de, bêy ku kêvanokek bê vekirin hatiye qedexe kirin. Lê dîsa jî li hember gerîlayên Kurdistanê tê bikaranîn. Ev yek vê rastiyê bi şiklekî şênber radixe berçavan ku hêzên emperyal jî dixwazin ku rojek ji beriya rojê tevgerê azadiyê tine bibe. Ji ber vê jî li hember vê sûcê mirovahiyê, ligel ku zagonên xwe bin pê dikin jî bêdeng dimînin. Her çiqasî di mijarê hevsengiya hêz de ewqas bê pîvaniyek hebe jî û bi teknîkên herî xurt li hemberî me şer bikin jî, nikarin ser bikevîn. Di şexsê dagirkeriya Tirk de tevahî hêzên hegemon-emperyal û pergala moderniteya kapîtalîst ew ê têk biçe.”  

BANGA TEVLÎBÛNÊ LI CIWANAN HAT KIRIN

Gerîla Amanos têkîldarê nerazîbûn û çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev tişt axivî, “Îro bi milyonan kes ji bo Rêbertî di nav çalakiyan de ye. Lê ev têrker nîne û pêwîste li hember tecrîdê tevahî mirovahî bi taybet jî ciwan bêdeng nemînin. Ez wisa difikirim ku li hember tecrîdê, şerê herî bi bandor tevlîbûna nav refên gerîla ye. Bangawaziya min ji bo gelên me yê her çar beşê Kurdistanê ev e;  Divê li dijî êrîşên hovane û dagirkeran her roj çalakiyên bi bandortir pêk bînin. Gelê Kurd divê xwedî li zarokên xwe yên li ser çiyayê azad ji bo şeref û rûmetê vî gelî şer dikin derkevin. Divê ciwan tevlî cengê azadiyê bibin. Em dikarin wiha bersiva dagirker û kujerên dewleta Tirk bidin û wan têk bibin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar