Ticker

10/recent/ticker-posts

Sason: Îradeya Apogerî çekên kîmyewî têk dibe!

Rojnamevanê Herêma Behdînanê Dilgeş Sason: “Dewleta Tirk li dijî gerîla çekên Termobarîk û çekên nûkleerî yên taktîk bikar tîne. Rêxistina OPCW li hember van sûcên şer bêdenge û bi qasî dewleta Tirk, NATO jî sûcdar e. Gerîla bi îradeya Apogerî çekên kîmyewî têk dibe.”

ARMANC HEREKOL - ROJEV


Rojnamevanê Herêma Behdînanê Dilgeş Sason têkildarî çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikar tîne, ji ajansa me re axivî û da zanîn ku îradeya gerîla ya Apogerî, çekên kîmyewî yên dewleta Tirk têk biriye.

‘Çekên Termobarîk û çekên nûkleerî yên taktîk tên bikaranîn’

Rojnamevan Dilgeş Sason di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk ji salên 90’î û vir ve, di şerê li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd de, van çekan bikar tîne û got: “Dewleta Tirk piranî demê ku tengav dibe, van çekan bikar tîne. Berê dewleta Tirk çekên kîmyewî yên ku laş diheland bikartanî. Lê niha ji ber ku di tûnelên şer de bikar tîne, her cûre çekên kîmyewî li ser gerîla dide xebitandin. Niha çeka kîmyewî ya hişbir bikar tînin. Ji van çekan re, ‘Termobarîk û çekên Taktîk Nukleerî’ tê gotin. Rengê dumana ku ji van çekan derdikevin reş, spî, zer, kesk û rengê axê ye. Gerîla dibêjin, bêhna şekirê şewitî, ava cilan spî dike û bêhna sêvan ji van çekan tê. Li gor hatî belgekirin, dijmin van çekan hem wek gazê dişîne tûnelan û hem jî bi teqemeniyan bikartine. Gerîla dibêjin, dema wek teqemenî bê karanîn, wekî toz di nava tûnelan de belav dibe û kengî dema tevger çê dibe ev tozên kimyewî dikeve tevgerê û bandorê li ser mirovan dike. Bandora van çekan, demdirêj dimîne û hemû zindiyan bandor dike.”

‘Bi qasî dewleta Tirk, NATO jî sûcdar e’

Sason di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser çekên kîmyewî yê di warê zagonî de û destnîşan kir ku di zagonên navnetewî de ev çek hatiye qedexekirin û wiha pêde çû: “Wisa xûya dike ku dewleta Tirk ne tenê şerê gerîla, şerê tevahî zindî û xwezayê dike. Karanîna van çekan sûce û dijî zagonan e. Bi taybet ji 2021’an ve, dewleta Tirk ji bo ku li hember gerîla serbikeve tevahî teknîk û çekên kîmyewî bikartîne. Lê dîsa jî nikare serbikeve. Sala borî dewleta Tirk ewqas çekên kîmyewî bikaranîn û şopên wan kîmyayan eşkerebûn. Ji bo lêkolînkirinê HPG’ê şandeyek serbixwe xwestin da ku lêkolînan bidin destpêkirin. Beriya ku şande biçe wir, dewleta Tirk ji bo ku şopên wan kîmyayan bide windakirin, ew qad bombebaran kir. Lê piştî ku bû bihar û berf heliya, şopên wan çekan pir bi eşkere xûya kir û dîmenên wan bi raya giştî re hatin parvekirin. Tirk îsal jî heman sûcê dike û gerîla wan eşkere dike. Rûxmê van belgeyan jî rêxistina OPCW xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe dernakeve. Bi qasî dewleta Tirk, NATO jî sûcdar e. ji ber ku NATO naxwaze ev rastiya Tirkan were zanîn.”

‘Êriş çiqas mezin dibin, îradeya gerîla jî xurtir dibe’

Dilgeş di berdewamiya axaftinên xwe de da zanîn ku gerîla ev 40 sale şerê azadiyê dimeşîne û tişta ku gerîla li ser lingan digire jî îradeya Apogerî ya ji polaye û wiha axaftina xwe domand: “Gerîla bi ruhê şehîdan, xwedî li doza azadiyê derdikeve. Niha di destê gerîla de, tank, top û balafir nînin, lê di destê gerîla de baweriya bi milyonan Kurdan û hêviyên gelê bindest hene. Ji ber wê em dibêjin, gerîla hêza serkeftin û azadiyê ye. Çawa ku heta niha li berxwedaye û neketiye, ji niha û pêde jî wê li berxwe bide. Dijmin her ku êrîşên xwe mezintir dike, îradeya gerîla jî ewqasî xurtir dibe. Her ku di vî şerî de gerîlayek bi lehengî şehîd dibe, di gerîla de hestên tolhildanê ewqasî mezintir dibe.”

‘Yên ku li berxwebidin wê teqez serbikevin’

Rojnamevanê Herêma Behdînanê Dilgeş Sason herî dawî bal kişand ser daxwazên gerîlayan û ev tişt got: “Niha yek daxwaza gerîla heye û ew jî berxwedan xurtkirin e. Gerîla dibêje, emê heta dawî li ser şopa heqîqetê bin û şerê azadiyê bimeşînin. Dijmin çi êrîşan jî bike, bi kîjan rêbazên qirêj jî bi ser me de were, emê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Lê ya ku em ji gelê xwe û raya giştî dixwazin, li hemberî hevkariyê, sûcên şer, qirkirin û dagirkeriyê bêdeng nemînin. Ji ber ku îradeya Apogerî ya ji pola dikare li hember dijmin şer bike. Tişta ku dikeve li ser milê gelê me û aliyên siyasî, vê bêdengiya di qada navnetewî de şikandine. Yên ku li berxwebidin wê teqez serbikevin. Yên ku di nava xiyanet û hevkariya dijmin de cih bigire jî wê hesabê xwe bidin. Bila gelê Kurd ji vê piştrastbin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar