Ticker

10/recent/ticker-posts

QSD: 4 şervanên me şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser taxa Cirnik ê Qamişloyê de 4 şervanên wan şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.


Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa bi balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li taxa Cirnik a Qamişlo de 4 şervanên wan ên Ekra Xweparastinê şehîd bûn.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Îro piştî nîvro di seet derdora 13:30’an de, li bajarê Qamişlo, li taxa Cirnik, dema ku komek şervanên Erka Xwe Parastin li ser erka xwe bûn, rastî êrişa balafirek bêmirov a artêşa Tirk a dagirker hatin. Di encama vê êrişê de 4 şervanên me şehîd bûn, 3 şervan jî brîndar bûn. Nasnameyên şehîdên me piştre bi raya giştî re werin parve kirin.
Artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de bi êrişên dijwar û dij-mirovî hewl dide ku di nav gelê me de tirs û nerehetiyek ava bike. Em wekî Hêzên Suriya Demokratîk car din dubare dikin ku berdelê vê çi dibe bila bibe, em ê di hemû şert û mercan de gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hildin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar