Artêşa Tirk a dagirker gundên Sêgirka û Til Zîwan ên rojhilata bajarê Qamişlo topbaran dike. Tê gotin ku birîndar hene.
Li gorî ANHA’yê Artêşa Tirk a dagirker gundên Sêgirka û Til Zîwan ên rojhilatê Qamişlo bi çekên giran topbaran kir. Di encamê de li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene. Lê heta niha hejmar û rewşan birîndaran nehatiye zelalkirin.
Her wiha balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker herêma devera li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya bakurê bajêr, bombebaran kir. Li gorî agahiyan welatî birîndar bûne.
0 Yorumlar