Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji ber germahiya zêde santrala elektirîka Iraqê teqiya

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê diyarkir ji ber bilindbûna pileyên germahiyê li santrala elektrîkê ya Besrayê teqîn pêkhatiye û ji ber teqînê elektrîka sê parêzgehên li başûrê Iraqê qut bûye.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê Ehmed Musa ji medyaya Iraqê re ragihand, şeva borî ji ber bilindbûna pileyên germahiyê li yek ji santralên elektrîkê yên li Besrayê teqîn çêbû. Ji ber teqînê elektrîka parêzgeha Besra, Zîqar û Mîsanê qut bûne.

Her wiha Ehmed Musa da zanîn îdiayên ku dibêjin santral hatiye teqandin, ne rastin.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê eşkere kir tîmên wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê di nava hewildanan de ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye çend rojin li gelek bajarên Iraqê pileyên germahiyê gelek bilind bûne, li hin cihan pileya germahiyê ji 50 pileyî derbas kiriye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar