Artêşa Tirk a dagirker bi topan gundên kantona Şehba û Til Temirê topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker bi topan qada di navbera gundên Um Hoş û Şealê yên kantona Şehbayê de dide.
Hate ragihandin ku heta niha zêdetirî 70 obus li herêmê ketine û êrîş didome.
Hemwextê topbarana gundên kantona Şehbayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Gozeliyê û Til Leben ên gundewarê rojavayê navçeya Til Temirê yên li hember rêya M4 jî bi obus û hawanan bombe dike.
Derbarê encamên êrîşan de agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
0 Yorumlar