Balafireke bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker xaniyekî niştecihê welatiyek wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir.
Balafireke bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker xaniyekî niştecihê welatiyek wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de xwediyê malê ku bavê 6 zarokan bû, birîndar bû.
Ji danê siharê ve balafirek bê mirov û bi çek li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digeriya.
Balafira bê mirov danê nîvro saet di 12:40’an de mala welatiyê bi navê Evîzêt Abdullah Abid bombebaran kir.
Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de welatî Evîzet Abdullah Abid birîndar bû. Li gorî agahiyên hatine standin Evîzêt Abdullah bavê 6 zarokane.
Evîzêt rakirine nexweşxwaneya Geyareyê. Di van kêliyan de xelk li ber derê mala Evîzet kombûne û tê payîn daxuyaniyek were dayîn.
0 Yorumlar