HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi bombeyên taktîk nukleer, çekên kîmyewî û bombeyên fosforê Qadên Berxwedanê bombe kiriye. HPG’ê da zanîn ku d çalakiyên gerîlayan de 12 dagirker hatine cezakirin.
HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê de, bikaranîna
çekên kîmyewî ya ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker ve daxuyaniyek weşand. HPG’ê
di daxuyaniya xwe de got; “Hêzên me bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê, bi cesaretekî
mezin û bi taktîkên serdema nû yên encamgir çalakiyên xwe didomîne. Di
çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar
bûye. Di heman demê de 2 konên leşkerî, 3 pergalên kameraya mobese û pergaleke
radarê jî hatine îmhakirin.
Qadên Berxwedanê 16 caran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi
bombeyên taktîk nukleer, çekên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bombekirin.
Artêşa Tirk careke din çekên qedexe bi kar aniye û sûcê şer kiriye. Di heman
demê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombeya fosforê bi kar aniye. Qadên
Berxwedanê 15 caran bi balefirên şer, 8 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan
caran jî bi tank, hawan û çekên giran bombe kiriye.
Çalakî û êrîşên ku hatine kirin wisa ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma
Avaşînê;
Di 8’ê Tebaxê de saet di 11.30’an de dagirkeran dema ku
xwestine ber bi çeperên şer ên Şehîd Rêber werin, hêzên me li dagirkeran dane û
dagirkerek hatiye cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar mane gavekê bi
paş ve biçin.
Di 8’ê Tebaxê de saet di 19.10’an de dagirkeran dema ku
xwestine çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi kepçeyê hilweşînin, hêzên
me li dagirkeran dane. Piştî ku hêzên me li dagirkeran dane, dagirker neçar
mane ku tevî kepçeyên xwe gavekê bi paş ve vekişin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş
Maraş de;
Di 4’ê Tebaxê saet di 01.30’an de hêzên me li çeperên dijmin
ên li Girê Koordîne ya girêdayî qada Bektorya ya Heftanînê dan. Di vê çalakiyê
de 2 pergalên kameraya mobeseyê û pergaleke radarê tevî hemû amûran hatiye
îmhakirin.
Di 7’ê Tebaxê de li Qada Girê Sor a Metînayê yekîneyên
veşartî yên artêşa Tirk a dagirker xwestine bi pêş ve werin, hêzên me dagirker
xistine bin kontrolê û bi sabotajê li dagirkeran dane.
Di 8’ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê pergalek
kameraya mobesse ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.
Di 8’ê Tebaxê saet 17:20’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê
ya Girê Amediyê bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate
cezakirin.
Di 8’ê Tebaxê saet 22:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê
ya Girê Amediyê ji aliyê tîmên me yên bi tevger a YJA Starê ve bi taktîka
sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.
Di 9’ê Tebaxê saet 05:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê
Amediyê li dijî dagirkeran bi awayekî koordînekirî ji aliyê tîmên me çalakiyek
hatiye lidarxistin. Di vê çalakiya ku bi taktîka vedizînê ya ji sê alî hatiye
lidarxistin; 9 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 2 kon hatin
rûxandin.
Di daxuyaniya me ya 7’ê Tebaxê de; Me agahiya ku di 6’ê
Tebaxê de leşkerekî Tirk ê birîndar li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê
dagirkeran ve hatiye kuştin parve kiribû. Di belgeyên hatin bidestxistin de hat
hînbûn ku cureya xwîna vî leşkerî A rh+ ye û girêdayî 16’emîn Fermandariya
Tûgaya Piyade ya Mekanîze ya Amedê ye.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên
taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;
Di 8’ê Tebaxê de tunelên şer ên Qada Berxwedanê yên Girê FM
û Girê Cûdî 3 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî û bombeyên
fosforê hatin bombekirin.
Di 8’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya
Werxelê 13 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin
bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, helîkopter
û balafirên şer kiriye;
Di 8’ê Tebaxê de li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê
Amediyê û Girê FM’ê balafirên keşfê geriyane.
Di 8 û 9’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Sîda û Saca û qada
Kanîsarkê ya Garê 15 caran ji aliyê balafirên şer hatine bomberdûmankirin.
Di 8’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro û Girê
Amediye 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Di 8’ê Tebaxê de jî Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran bi
dehan caran bi tank, hawan û çekên giran hatiye bombekirin.”
0 Yorumlar