Weke din ev jî têr nake. Ango datîne holê ku kesayeta mirovê nû ji bo jinekê çiqasî girînge. Ger wijdana we û hindekî hêza we hebe, divê hûn ji xwe bipirsin tenê jina li gor fermanên min û ferzkirinên mine, gelo divê ez li gor jinê çawa bim? Pêwîste vê gavê ev pirs hîn sotînertir be. Gelo ji bo çi jin ji her alî ve li gor te be? Gelo ji bo çi jinek tenê li gor te be? Gelo ji ber ku hindek pereyên te, mal û milkê te heye? Gelo ji ber ku hindekî hêza te ya çors heye? Zelale ku bi van ti hezkirin û evînek nayê bidestxistin. Kesayetên wiha dê bixwazin bi çewisandinê, jinê bi sedan salan bi xwe ve girê bidin. Vaye li hemberî vê serîhildaneke mezin heye. Ez ji bo vê rêzdarim û ji ber ku ez rêbertiya vê dikim kêfxweşim. Ji ber ku ez Rêberê jinên wiha me, hêzeke mezin hîs dikim. Ti şermeke bi wan re wiha jiyankirinê nîne. Ez ji ber ku piştgirekî herî mezin ê artêşbûneke jinê ya wiha me kêfxweşim. Gelo ji bo çi ev bi gotinên erzan ve tê nirxandin ku bûyîna alîkarê artêşa jinên wiha egîd, gelo ji bo çi ber bi paşbêjiyekê ve dibe? Ev jinin ku her yek ji wan tên asta qehremaniyeke mezin. Ger ji ber ku pîrekên we nînin û hûn dihesidin, ew pirsgirêkeke cuda ye. Hûn jî mêrxasiyê bikin, hûn jî kesayetekî ku jin dixwazin nîşan bidin ku, ev jin bila bibin rêheval û sozdarên we. Lê belê ger hûn nikarin vê hêzê nîşan bidin, bê guman dê di vî welatî de ji bo we jin nebe.
Ezê
li ser vê bingehê hêza xwe zêdetir bi kar bînim. Ez tolhildêrekim. Hûnê qet
xwedî li welatê xwe dernekevin, ji bo azadiyê ti tiştî nekin, ti girêdaniyê di
navbera gotin û pratîkê de ava nekin, pişt re jî hûnê ji min re bibêjin “dilê
min jinê dixwaze, jiyanê dixwaze.” Ev nayê qebûlkirin. Ev di kesayeta Zîlanê de
bi erdê re bûyê yek. Bi taybet her kesekî di nava refên partiya me de bizanibe
ku ev gotin vala nehatine gotin. Ger pêwîst bike ezê zilambûneke ku hemû jin
dikarin pê ve girêdayî bin pêk bînim. Ezê bi qasî ku ew di aliyê manewî de hêz
bin û girêdayîbûna ti zilamekî hîs nekin, balkêş bim û dibim jî. Jin vî tiştî
bi coşeke mezin pêşwazî dikin, lê belê ev bi tena serê xwe têr nake. Dil
dixwaze ku hemû zilamên me li ser vê bingehê hest û hizrên rêhevalên xwe yên
jin, kêm zêde di kesayetên xwe de rast temsîl bikin.
Ya
herî girîng jî jiyaneke bê welat, bê azadî, bê şer û bê serkeftin nabe. Ji ber
wê jin jî nabe. Ger ev yek neyê fêmkirin, hûn nikarin Zîlanê ji ber wê jina
milîtan a azad jî fêm bikin. Ez ji hemû zilamên me yan jî rêhevalên me yên di
nava partiyê de dipirsim, gelo yê ku dixwazin bi jinê re bijîn hene? Xweziya we
bikaribaya ji jinekê hez bikiraya, xwezî di vê wateyê de hindekî dilê we û
wijdana we hebûya ku kesayeta we hindekî zindî biba! Ez dixwazim rêya vê
vebikim, li şûna ku bi gotinên erzan vir de wir de bê axaftin, li şûna ku di
derbarê me de nirxandinên wisa û wiha werin kirin divê were fêmkirin ku tê
xwestin rêya vê were fêmkirin.
Jin
zindiyeke ku bi rengekî bişeref û pîroz, bi nirxên mezin ve divê bi hev re were
jiyîne. Ez dixwazim wateya vê bidim. Gelo piştgiriyeke jiyanê ya ji vê
binirxtir çêdibe? Min xwest di vî alî de hest û hizrên bi vî rengî bi pêş
bixim. Em bi gotina şer, di eniya derve de me ewqas serkeftin pêk anî vî pesnê
xwe nadin. Di rastiyê de em ji van xemgîn jî dibin, me ti caran şer bi sadîstî negirtiye
dest. Em gotina leşker û xayînan dikûjin kêfxweş nabin. Ji ber ku ew li pêşiya
jiyanê weke astengiyekê disekinin, ji ber ku ew dixwazin me kêlî bi kêlî tine
bikin em şer dikin. Nexwe di vê dinyayê de yekî ku herî zehmet şer bike hebe ew
jî ezim.
RÊBER APO - ROJEV
0 Yorumlar