Endama dirûnxaneya wargeha Mexmûrê Emîne Şaxî bang li jinên ciwan kir ku başdarî xebatên dirûnxanê bibin û got: “Ji bo em bikaribin dirûnxaneya wargehê ji nû ve bixin cihê kar, divê jinên ciwan serlêdana dirûnxanê bikin û dest bi xebatek demdirêj bikin.”
JIYAN PÎRAN - ROJEV
Dirûnxaneya Wargeha Mexmûrê di bin sêwana Wexfa Jinê de, di
sala 1998’an de hat avakirin û heta niha jî bi kêm û kûrtiyên xwe ve xizmeta
gel dike. Ji ber bê derfetî û bê endamtiyê ev demeke aktîf xebat têde nayê
meşandin. Ji bo aktîf kirina vê dirûnxaneyê, Endamên Wexfa jinê dest bi xebatê kirine.
Têkildarî vê yekê Endama Dirûnxaneya wargehê, Emîne Şexî ya ku ev 23’ê sale
têde dixebite ji rojanameya me re axivî û got: “Ji bo aktîf kirina xebatên
dirûnxanê pêwîstiya me bi endamên ciwan heye.”
‘Ji dirûnxane zêdetir wek atolyeyek ya karê dest bû’
Emîne Şaxî di destpêka axaftina xwe de salên destpêkê yên
xebatên dirûnxaneyê bi bîrxist û got: “Salên destpêkê dema em li Mexmûrê bi cihbûyîn,
me bi 25 endaman di bin çadirekê de dest bi xebata dirûnxanê kir. Piştî demekê
biryar hat girtin ku avahiyek ji bo dirûnxanê were çêkirin. Bi hevkariya Neteweyên
Yekbûyî wê demê avahiya dirûnxanê ya ku heta niha jî xebat tê de tê meşandin
hat avakirin. Me di dirûnxaneyê de ne tenê cilên Kurdî, gelek karên dest yên weke
çêkirina mehfûr, çanteyên milan, gore, patîk û hemû cûrê hunera dest çêdikir.
Ji dirûnxaneyê zêdetir wek atolyeyek ya karê dest bû. Di aliyê çêkirina hunerên
dest û cilan de gelek komên jinan hatin perwerde kirin ku niha di mala xwe de
dikarin vî karî ji bo xwe bikin. Demek dirêje bi dilxwazî karê me hate
birêvebirin. Lê dema ji derve ji bo festîfalan cil dihatin çêkirin, me karî êdî
em li ser vî karî debara xwe jî pêkbînîn. Dema wargeh nû hatî avakirin,
dirûnxane hem ji bo jinên wargehê û hem jî ji bo gelê wargehê rolek sereke leyîst.
Her wiha di aliyê hunerî de jî gelek caran bala şendeyên ku dihatin serdana
wargehê dikirin, dikêşa ser xwe. ”
‘Emê dirûnxaneyê bikin qadek berfireh ya karê jinan’
Emîne di berdewamiya axaftina xwe de lewazketina dirûnxana
wargehê wiha anî ziman: “Destpêkê dirûnxane li ser alîkariyên saziyên jinan yên
xweser pêwîstiyên xwe dabîn dikir, her ku diçû ev alîkarî kêm bûn. Kesê
perwerde didîtin tenê ji bo xwe fêrdikirê dihatin dirûnxanê, karê dem dirêj
nedidan meşandin ev yek jî bû sedem ku dirûnxane di nava wargehê de lewaz bibe.
Wek Wexfa Jin ji bo pêşxistin û aktif kirina dirûnxanê me dest bi xebatek
berfireh kiriye. Em hewl didin di demê pêş de dirûnxaneyê wek berê bikin qadek
berfireh ya karê jinan.”
Emîne di dawîya axaftina xwe de bang li jinên ciwan kir ku
beşdarî xebatên dirûnxanê bibin û got: “Em bang li jinên ciwan yên ku dixwazin
bibin xwedî kar dikin serlêdana Wexfa Jinê bikin ku em bikaribin bi hevre karek
xweş ji bo civaka xwe bikin.”
0 Yorumlar