Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) encama lêkolînên li ser kuştina 2 zarokên li Bamernê ragihand. Li gorî CPT’iyê, zarok ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin.
Di 26’ê Gulana 2022’an li herêma geştiyariyê ya Zêwe ya
Bamernê ya Amediyê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 2 zarokên bi navê
Yusif Hacî û Revend Hoşyar Muhsîn jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar
bû. Bi sedan kes li cihê festîvalê bûn û artêşa Tirk raste rast ji baregehên
xwe yên di nava xaka Başûr de, xelkê sivîl da bû ber topan.
Piştî êrişê PDK’ê yek ser bûyer xist stûyê gerîlayên PKK’ê.
Dije Terora PDK’ê wê demê ragihand ku êriş ji aliyê gerîlayên PartiyaKarkerên
Kuristanê ve pêkhatiye. Piştî wê HPG’ê bi daxuyaniyek ragihand ku dewleta Tirk
êriş pêkaniye, herî dawî gerîlayên azadiyê ji bo tolhildana her 2 zarokan
çalakiyek dijî baregeha dewleta Tirk ya li Sîrê a ser bi Şeladizê pêkanî bûn.
CPT: Êriş ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatiye
Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT)
li ser bûyerê lêkolîn dabû destpêkirin û lêkolîna CPT’iyê bi encam bû. Li gorî
CPT’iyê êriş ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatiye.
CPT’iyê bi daxuyaniyekê encama li ser êrişa Bamernê ku 2
zarok tê de jiyana xwe ji dest da bûn, ragihand. CPT dibêje; “Li gorî belgeyên
bi destê me ketî û herêma ku êriş têde pêkhatî, derdikeve holê ku egera herî
zêde êriş ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatiye.”
CPT’iyê di dewamê de balkêşa ser agahiyên xizmên zarokan
dayî wan û wiha hate gotin; “Malbatên her 3 zarokan dibêjin, wê roja ku êriş
pekhatî, hertim dengê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ku li ser wê herêmê
digeriyan, dibihîstin. Yanî balafir li ser cihê festîvalê digeriyan, cihê festîval
lê pêkhatî jî, tenê 800 metre ji baregeha dewleta Tirk ya li Bamernê dur bû.”
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Êrişa bi topan ya dijî
cihê leyîstina zarokan û gerana balafiran di yek demî de bû. Gorî me bi qest
festîval hatiye hedef girtin û xwestin ziyanên canî çêbibin.”
Di dawiyê de hate gotin ku çiyayê Metîna ku tê gotin top ji
wir ji aliyê PKK’ê ve hatine avêtin jî, niha dibin desthilatdariya leşkerên
Tirk û Hikumeta Herêma Kurdistanê deye.
0 Yorumlar