Êzidiyek bi navê Êzidiyan siyasetê dike, lê daxwazê ji dijminên Êzidiyan dike ku bi hewara wan ve here. Osmaniyan di dîrokê de 55 caran komkujî bi serê civaka Êzidî aniye. Lê Viyan Daxil bi navê Êzidiyan daxwaz dike ku Iraq li gel Tirkiyeyê kar bike daku Şengalê rizgar bike! ku li gor wê niha Şengal dagirkiriye.
Viyan Daxil ku bi navê Êzidiyan li ser lîsta PDK’ê bûye
parlementera Iraqê, li her cihî Şengal û Êzidiyan wek çekek bihêz ji bo
bicihanîna siyaseta PDK’ê bikartîne. Lê rojek ji rojan amade nebûye biçe ji
nêzîk de li rewşa Êzidiyan bi pirse ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin komkuj
kirin. Heta rojek jî li bîra xwe neaniye partiya ku ew jêre xizmetê dike,
Êzidiyan radestî hovitiya DAIŞ’ê kiribû.
Viyan Daxil kiye?
Viyan Daxil Seîd di sala 1971’an de li gundê Dihola ya li
bakurê Şengalê ji dayîkbûye. Li gundê wê ji bilî Êzidiyan, beşek Erebên
Musulman ên Sune û Şie jî hene. Bavê Viyan bi navê Dexîl Seîd Xidire û ji
binemala Şêxane.
Malbata Viyan Daxil di salên 1970’an de diçin li Şengalê û
li wir bi cih dibin. Viyan li Şengalê dixwîne û piştre jî ji bo temamkirina
xwendina xwe diçe Musilê.
Di sala 1980’an de di navbera malbata Viyan Daxil û xelkê
Şengalê de pirsgirêkek civakî derdikeve, ji ber vê yekê malbata wê koç dikin û
li Hewlêrê bi cih dibin.
Piştî malbata wê li Hewlêrê bi cih dibe, rewşa wan di aliyê
aborî de baş dibe û di nava demek kurt de bêy ku ti pirsgirêkek jêre derkevin,
li Hewlêrê bi cih dibin. Piştre jî peywendiya malbata wê ya li gel PDK’ê kur
dibe.
Viyan û malbata xwe peywendiyek wan a xurt li gel PDK’ê de
heye. Lê tişta ku nîşana pirsê li sere, hebûna hinek belgeyên di destê PDK’ê de
ye ku li beramberî malbata Viyan Dexîl bikartîne. Ku vê yekê nakokî li gel
encûmena ruhanî û civaka Êzidî çêkiriye. Heta niha jî Mala Mîr û Encûmena
Ruhanî ya Êzidî ku nêzî PDK’ê ne, lê bes Viyan Dexîl û malbata wê qebûl nakin.
Ji ber vê yekê hin çavkanî diyar dikin ku tirsa malbata
Viyan Dexîl ji wê yekê heye ku ger ji PDK’ê dûr bikevin, wê PDK van belgeyên ku
di dest de hene eşkere bike.
Piştî ku Viyan Dexîl û malbata wê dibin xwedî sermayek zêde,
li Şengalê zevî û xanî dikirin. Her wiha projeyek bi navê ‘Sitî’ li nava
Şengalê ava dike. Bi van pêngavên ku bi navê Êzidiyan dikin, dixwazin xelkê
Şengalê bixin di jêr bandor û desthilata xwe de.
Viyan Dexîl di sala 2010’an de li ser lîsta PDK’ê dibe
parlementera Iraqê. Lê xelkê Şengalê ti demê bawerî bi vê jinê ne aniye û kengî
guh li navê wî dibin aciz dibin.
Çima 2014’an Viyan Dexîl li Parlementoya Iraqê giriya û
got: Em firotin DAIŞ’ê?
Kurdan bi rêya wan gotinên Viyan Dexîl ên li Parlementoya
Iraqê kirî naskirin ku daxwaz ji welatên cîhanê kir Êzidiyan ji êrişên DAIŞ’ê
rizgar bikin. Lê rastî eve, demaku DAIŞ êrişê ser Şengalê dike hemû cih û
projeyên ku Viyan Dexîl û malbata wê xwediyê wan bû, ji aliyê DAIŞ’ê ve têne
rûxandin.
Xelkê Şengalê bi xwe dibêjin: Viyan Dexîl li parlementoya
Iraqê ne ji ber fermana Êzidiyan giriya. Ew ji ber mal û mulkê xwe ku ji aliyê
DAIŞ’ê ve hat talankirin û wêran kirin, giriya.
Di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de piraniya xizmên wê
ji aliyê çend gerîlayên HPG’ê ve ji DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin ku di nava wan
de dayîk û xwişkek wê jî hebû.
Hîn ji destpêka fermana li ser Êzidiyan pêkhatî de PDK’ê
Viyan Dexîl bikaranî. Wê bi helîkopterê şand Şengalê. Lê helîkoptera ku Viyan
Dexîl têde bû, li ser Çiyayê Şengalê kete xwarê. Di wê demê de Fermandarê HPG’ê
Şehîd Egîd Civyan li gel xelkê Şengalê Viyan Dexîl bi birîndarî ji bin enkaza
helîkopterê rizgar dike û bi rêya gerîlayên HPG’ê wê digihînin cihek aram.
Piştre jî bi alîkariya PDK’ê Viyan Dexîl ji bo tedawiyê dişînin Stenbolê.
Viyan Dexîl a ku li Stenbolê şeş rojan di nexweşxaneyê de
hat tedawîkirin, berpirsên wê demê yên BDP’a Stenbolê Emrullah Bingol, Ertugrul
Kurkçu û endamên din ên partiyê Viyan Dexîl li nexweşxaneyê bi tenê nehiştin û
hemû xercî û pêdawîstiyên wê ji aliyê HDP’ê ve hatin pêşkêş kirin. Di dema
derxistina ji nexweşxaneyê de jî hemû pêdawîstiyên wê ji aliyê Hevseroka wê
demê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlementera HDP’ê Huda Kaya ve hatin pêkanîn.
Piştre jî bi balefirê şandin Iraqê.
Niha jî heşt sal di ser bûyerên wê demê re derbas dibin,
Viyan Dexîl li parlementoya Iraqê daxwaz dike Iraq li gel Tirkiyeyê hemahengî
bike daku PKK’ê tine bike.
Ev gotinên Viyan Dexîl ji bo bi cihanîna fermanek nû a di
nava berga lihevkirinekê de tê binavkirin. Li gor hin zanyariyan di naverasta
meha Hezîranê de Viyan Dexîl bi awayek veşartî serdana Tirkiyeyê kiriye. Ev
serdana Viyan Dexîl hemwextê êrişa balefirên Tirk ên li ser bajaroka Sinûnê bûn
ku di encama êrişê de zarokek temen 12 salî di nav de du kes şehîd bûn û şeş
kes jî birîndar bûn.
Di sala 2021’an de jî di dema propagandaya hilbijartinê ya
parlementoya Iraqê de, Viyan Dexîl li gel Mehma Xelîl û Aştî Koçer ên PDK’yî
xwestin bi hêzek mezin a leşkerî ve derbasî Şengalê bibin û propaganda
hilbijartinê bikin. Lê xelkê Şengalê bi pêşengtiya jinên Êzidî rê li wan girtin
û destur nedan bi hêzên leşkerî ve derbasî nava Şengalê bibin. Di beramber vê
nerazîbûna xelkê Şengalê de Viyan Dexîl ji jinên Şengalê re got: “Şerme ji bo
jina Êzidî wiha were ser cadeyê di nava zilaman de rûne û pêşî li pêşmergeyan
bigre. Cihê jinan mal de ye. Divê li mala xwe de bin, xwarinê çêkin û zarokan
xwedî bikin.” Ev gotinên Viyan Dexîl bûn sedema nerazîbûnek mezin a jinên Êzidî
ku çawan dikare bi vî awayî heqaretê li jinên Êzidî bike.
Her wiha Viyan Dexîla ku rojekê ji bo Şengal û Êzidiyan
rondikên tîmsahî di barand, di meha Gulanê ya îsal de piştgirî da leşkerên
Iraqê û dixwest bi destê hikûmeta Kazimî fermanek din bi serê Êzidiyan de bîne.
Lê Rêveberiya Xweser a Şengalê van planan vala derxist, aştiyê weke rêya
çareseriya pirsgirêkan hilbijart.
0 Yorumlar