Di têkoşîna me de her mehek cihekî xwe yê taybet heye. Di her mehekî de demê dîrokî û meşa azadiyê hatiye jiyankirin. Di meşa azadiyê de serkeftin û fedakariyên bê hempa hatine nivîsandin. Her nivîsek bûye destan, her destanek bûya meşek dîrokî û ev meş heta roja îro jî bê hempa berdewame. Ew meş bûye meşekî pîroz. Ew meş bûye meşa azadî û demokrasiya gelan. Ew meş bûye meşa azadiya gelê Kurdistanê û bûye hêviyên dayîkê Kurdistanê. Yek ji rêwiyên vê meşê jî rêheval Xwînrêj Botan ango İdrîs Babat e. Rêheval Xwînrêj di malbateke welatbarez a Hilal Qilaban de, di sala 10.10.1981 ji dayik dibe.
Dayîka du
şehîdan ango dayîka Xwînrêj û Firat, Rêhîm Emîn dema behsa qehramanên şoreşê
dikir bi ser bilindî û hêviyek mezin ve behsa lehengtiya wan dikir. ‘Dema em li
Bakur bûn, her tim dijmin êrişî gund û malên me dikir, em neçarman ku gund û
warê xwe berdin û bibin penaber. Xwînrêj li Tirkiyê 5 salan dibistan xwand, di
dibistanê de pir jîr û her tim yekemîn bû. Li wargehê jî hem dixwand û hem jî di nav karê ciwanada bû. Çi kar û xebatê
rêxistinê hebûya, ew di nav de bû. Xwînrêj bi eşqa şoreşê ve mezin bû. Pir dilnizim
û bi heval û hogirê xwe re têkiliyên xurt didanî û dahat heskirin. Ji bo derdor
alikarxwaz bû.’
Heval Xwînrêj
demek dirêj di nav xebatên rexistinê de dimîne. Çiqas di nav kar de jî bû, ev têra
têkoşîna wî ne dikir. Divê meş û gavên bê hempa bahata avêtin. Belê bi biryar
bû wê şopa xwe ya heqîqetê bi rêyek dûr û dirêj bidomandibûya. Dayîka Rêhîm wiha
besa şopa dîrokî ya kurê xwe dikir.
‘Dema Serokatî tê girtin, wek hemû deveran li wargehê
jî rojiya birçîbûnê destpê kir. Xwînrêj jî çû
ku pikeve rojêya birçî bûnê. Dema
diçe, rast derdikeve ser dîkê û soza xwe ya tevlîbûnê dide. Bi rastî Xwînrêj
pêştir biryara xwe ya tevlî refên gerîla dabû. Piştî 15 roj di rojiya birçibûnê
de ma. Li wir beriya biçe bi çêkirina şanoyekê li ser xwe hedef, armanca û
biryara xwe ya bo tevlêbunê ani ser ziman û navê xalê xwe li xwe kir û di 1999’an
de tevil bû. Di 2006’ de ez çûm gel, Xwînrêj hat destê xwe avîte ser milê min, min
jêre got; ‘Bila ti car di hêla nebaşî de xebera te ji bo min neyê.’ Wî jî ji min
re waha got; ‘Dayê tu xem neke min soz daye rêxistinê ku heta dilopa xwîna xwe
ya dawî, ezê têkoşîn bikim ku min dît ez neçarbim, ezê guleyekê li serê xwe
bidim bila ez bimrim lê nekevim destê dijmin’. Serê min bi Xwînrêj bilind e.’
Belê Rêheval
Xwînrêj sekna xwe ya bi rûmet a li hembere dijmin û israra xwe ya berxwedanê û
her waha bi lehengiya xwe ya di şer de û bi helwesta xwe ya di jiyanê de jî ji
her kesê re dibû mînak.
Di qadên
azad de xwe pêş dixe û beranberê dijmin bi wêrekî, plan û program tev digere. Dema diçe ser dijmin bi serkeftî vedegerya.
Dem hat bi çalekiyên xwe, windahî dida dijmin. Dem hat rêhevalên xwe yên dozê
ji mirinê rizgarkir û dem hat ku serê rêhevalên xwe yê birinda danî ser çokên
xwe û bi dilek şewîtî oxir kir. Her hevalek xwe dema oxir dike kîna wî ya li
himber dijmin zêdetir û serkeftinên wî jî bê hempa dibe.
Piştê 9 salan di qadên gerîla de erka kuryetî hildide ser milê xwe. Rêwîtiya wî, wê bi erkek cuda berdewam bibûya. 7 salan erka xwe ya nû bi serkeftî pêktîne. Di xwezaya Kurdistanê de şareza dibe û xweza ji bo xwe wek dayîkekê şîrove dike. Weke ku di hembêza dayîka xwe de bû, xwe di hemiza xwezayda parastî hîsdikir. Sal 24.08.2007’e, cara dawyê bû ku Xwînrêj wê biketa ser rêya Derhinî. Di rê de çend gule davêje. Hevalê wî jêre dibêjen; ‘çi bûye tu wisa gule davijî?’ Xwînrêj waha dibêje; ‘ev cara dawyêye ku ezê gule bavêjim.’ Belê mirina bê bext xwe dabû hîskirin û li dora Xwînrêj digeriya. Xwînrêj û koma ku pêre, heta Tenûnê diçe liwir dikeve pisuya Kurdên xiyenatkar. Hevalê derdora wî hemû şehîd dikeve. Tenê Xwînrêj dimîne bi bêtêlê agahî dide havalan û heta fîşeka xwe ya dawî şer dike û digihêje karwanên nemiran. Bi rastî jî dibe cara dawiyê.
Dayîka wî waha behsa bihîstina şehadeta wî dikir. ‘Dema hevalan xebera şihadeta wî dan min, min got serê Serokatî, serê gelê me saxbe. Kesê herî baş divê xwe li beranberî êş û azaran bigre û divê ji bo vê şoreşê bedala bide, min jî parçek ji canê xwe da û heta dawiyê jî ezê bi doza xwe re bim. Şoreş ne şoreşa roj û şevekê ye, ne ya jin û mêrekê ye, şoreşa me hemûyan e. Ev şoreş şoreşa bedal dayînê ye û divê em heta dawiyê têkoşîna xwe bilid bikin.’
0 Yorumlar