Ticker

10/recent/ticker-posts

Jinên Mexmûrê bi ruhê serhildana Rojhilat meşiyan

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi meşekî girseyî piştgiriya xwe ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin.


Di saetên êvarê de jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi awayek girseyî li ber avahiya Malbatên Şehîdan kombûn û meşiyan. Di meşê de wêneyên jinên ku di êrişên cûda de hatibûn qetilkrin hatin hildan û her wiha bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana Rojhilat” hatin bilindkirin. Meş heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir.

Piştî ku meş gehişt ber avahiya NY, li wir beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta Jîna Emînî de ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê Mamoste Bêrîvan Demir ve hat dayîn.

Bêrîvan Demir di destpêka axaftina xwe de qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û wiha got: “Emê hertim bi rêxistin û yekbûna xwe li gel xwişkên xwe bin, emê vê desthilatdariya zilamsalarî bi ked, têkoşîn û çalakiyên xwe têk bibin. Divê em jinên ku li Ewropa xwe azad dibînin lê ew di bin sîstemê de diperçiqin, divê em wana rizgar bikin ji wê sîstemê. Em hemû jinên ku niha li kolanan têkoşînê dikin silav dikin û piştgiriya wan dikin.”

Piştî daxuyaniyê têkildarî serhildana Rojhilat kurte şanoyek li ser kefiyê hat nîşandan. Beriya ku kefiye were şewitandin sêdar hat danîn û kefiye bi sêdarê ve hat şewitandin.

Meş bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar