Parlamenterê Iraqê Soran Umer derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Herêma Kurdistanê dijî sivîlan û bikaranîna çekên kîmyawî de raporek pêşkêşî Wezareta Karê Derve û Wezîrê Parastinê yê Iraqê kir.
Duh parlamentoya Iraqê bi amadebûna Wezîrê Karê Derve û
Wezîrê Parastinê yê Iraqê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser xaka
Herêma Kurdistanê civiya.
Di civîna parlamentoya Iraqê de parlamenter Soran Umer
raporek 50 laper derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Herêma
Kurdistanê dijî sivîlan û bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve,
pêşkêşî Wezîrê Parastin û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê kir.
Parlamenter Soran Umer derbarê mijarê de li ser malpera xwe
agahî parvekir û got; “Rapora ku min pêşkêşî Wezîrê Derve yê Iraq û Wezîrê
Parastinê kir, li ser êriş û destdirêjiya dewleta Tirk ya li ser xaka Herêma
Kurdistanê û bi karanîna hinek çekên qedexekirî yên ji aliyê dewleta Tirk ve
tên bikaranîn bû.”
Soran Umer di civînê de dema di axivî wêneyê kesên di demên
borî de di encama êrişên dewleta Tirk de birîndar bibûn, nîşanda û got; “Ev
wêne nîşaneya wêne ku dewleta Tirk çi sucek li ser xelkê Herêma Kurdistanê
pêktîne.”
Di heman civînê de Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebulemîr Yarela
jî diyarkir ku zêdetir 4 hezar leşkerên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê heye
û 5 baregehên leşkerî û asmanî jî yên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê hene.
Ebdulemîr da zanîn li gel baregeha Zilîkan ya li Nînova zêdetirî 100 xalên
leşkerî yên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê hene.
0 Yorumlar