Ticker

10/recent/ticker-posts

Nasnameya 3 şehîdên QSD'ê hatin eşkerekirin

QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe ku di bersivdana êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê de şehîd bûbûn, aşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe aşkere kir. QSD’ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza tolhildanê da.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû cureyên çekên qedexekirî, her wiha balafirên bêmirov didomînin. Artêşa Tirk a dagirker bi taybet herêmên tê de welatî hene û gundên li eniyên şer topbaran dike, di encamê de sivîl şehîd dibin, her wiha zirareke mezin bi mal û milkên welatiyan jî dibe.

Dema hêzên me bersiva êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Girê Spî û Eyn Îsayê dida, 3 şervanên me gihaştin şehadetê. Her sê şehîdan fedakariyên mezin li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  û rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin û mînakên lehengî û serfiraziyê bûn.

Dagirkeriya Tirk, ji roja destpêkê ve ku peymana agirbestê bi DYA û Rûsya re îmze kiriye, pabendî bendekê jî nebû, lê bi hemû cureyên çek û moşekan herêmên me kirin hedef da ku rûbera dagirkeriya xwe fireh bike. Ew yek jî piştî herêmên dagirkirî vegerandin cihên ewle ji terorîstan re, bi taybet ji serçeteyên rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst re.

Berpirsyariya mezin ji êrîşên zêde yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me, dikeve ser milê dewletên garantorên agirbestê.

Em sersaxiya malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe dixwazin û soza tolhildanê û şopandina rêya wan heta serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî didin.

Nasnameyên her sê şehîdan wiha ne;

***

Navê tevgerî: Serdar

Nav û paşnav: Serdar Cuma Herco

Navê dayikê: Emone

Navê bav: Cuma

Cih û dîroka jidayikbûnê: Cerablus, 2004

Cih û dîroka şehadetê: Girê Spî, 25’ê Tîrmeha 2022’yan

***

Navê tevgerî: Qurşîn

Nav û paşnav: Mihemed Şakir Hemê

Navê dayikê: Gulê

Navê bav: Şakir

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê, 1994

Cih û dîroka şehadetê: Girê Spî, 25’ê Tîrmeha 2022’yan

**

Navê tevgerî: Hemed

Nav û paşnav: Hemed Xalid El-Elac

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Xalid

Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa, 2004

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 27’ê Tîrmeha 2022’yan.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar