Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (NRÇ-HPG) ragihand ku di çalakiyên “tolhildanê” yên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk de 17 dagirker û hevkar hatine cezakirin.
NRÇ-HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Gerîlayên
Azadiya Kurdistanê soza xwe ya şopandina rêya şehîdan, hilanîna tola wan,
zindîkirina bîranînên û pêkanîna armancên wan, bi lidarxistina çalakiyan re pêk
tînin. Di sala 2021’an de li dijî dagirkerên ku hevalên me yên di bin
fermandariya Serhed Giravî û rêheval Sarya Diyar de li Keleha Berxwedanê ya
Mamreşo bi çekên kîmyewî qetil kirin, çalakiya tolhildanê hate lidarxistin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:
“Di çalakiya serketî ya hêzên me ku di demeke pir kin de bi
şêwazê lêdana teyrê baz pêk anîn de, 3 dagirker û 4 kontra yên hevkarên dijmin
hatin cezakirin, bi çûyîna ser cenazeyên wan hatin; 1 çeka ferdî MPT-55, 3
çekên AK-47 (Kalaşnîkov), 1 cîhaza bêtêl, 1 kasatûr û 2 şepqeyên leşkerî hatin
desteserkirin. Di encama çalakiyên hêzên me de; 17 dagirker hatin cezakirin, 4
dagirker birîndar bûn, 1 pergala kameraya mobesse hate rûxandin, 1 helîkopter û
1 pergala kamera mobesse hate derbkirin.
Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi çekên kîmyewî û
teqemeniyan, 25 caran bi balafirên şer, 27 caran bi helîkopterên êrîşê, bi
sedan caran jî bi tank, hawan, obus û çekên giran çeperên şer ên li Qadên
Berxwedanê bomberdûman kiriye.
NRÇ-HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran ev
agahî parve kir:
“1. Li herêma Avasînê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya
Bazên Zagrosê de;
– Di 26’ê Tîrmehê de dagirkerên ku bi armanca dagirkirina
Girê Şehîd Mûnzûr û Girê Şehîd Arnos ên li Qada Berxwedanê ya Mamreşo xebatên
çêkirina rêyan dimeşandin ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Koma dagirker a
ku ji 7 kesan pêk dihat di saet 06.45’an de dixin kemînê û bi çalakiyeke
koordînekirî ya gerîlayan derb li wan hat xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; ji
nêz ve bi çekên ferdî bi bandor li dagirkeran xist. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî
li dagirkerên ku dixwestin li bejahiyê belav bibin xistin. Baskên yekem û duyem
ên çalakiyê, di demek pir kin de bi şêwazê lêdana teyrê baz, tevahiya koma
dagirker a ji 7 kesan pêk dihat ceza kirin û ev yekîneya dijmin bi temamî tunekirin.
Tîmên me yên bitevger ên ku çûn ser cenazeyan, eşkere kirin ku ji wanê hatinî
cezakirin 3 jê leşker û 4 ji wan kontra ne. Hêzên me li ser 7 cenazeyan; 1 çeka
ferdî MPT-55, 3 çekên AK-47 (Kalaşnîkov), 1 cîhaza bêtêl, 1 kasatûra û 2
şepqeyên leşkerî hatine desteserkirin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li
herêma Zapê;
– Di 27’ê Tîrmehê saet 11.00’an de hêzên me li dijî
dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Adil ên li Qada Berxwedanê ya
Çemço ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin.
– Di 27’ê Tîrmehê saet 19:30’an de dagirkerên ku dixwestin
ber bi çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş
ve biçin, bi çekên ferdî û bombeyên destan hatin derbkirin. Piştî çalakiyê
dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.
– Roja 27’ê Tîrmehê saet 20:10’an helîkopterên êrîşê yên
xwestin Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bomberdûman bikin, ji aliyê hêzên
me ve hatin gulebarankirin. Di encama lêdanên bi bandor de 1 helîkoptera êrîşê
ya ku derb xwar, neçar ma ji herêmê derkeve.
– Di şeva 27’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker ji bo
îmhakirina bermahiyên tankê ya di 25’ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên me ve hatibû
rûxandin, bi balafirên şer qada ku tank lê bi cih bûbû, bi dijwarî bomberdûman
kir.
– 28’ê Tîrmehê di saet 04:40’an de dagirkerên ku
xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin,
bi çekên ferdî li wan hatin xistin û 1 dagirker hate cezakirin.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya
Şehîd Savaş Mereşê de;
– Di 27’ê Tîrmehê de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê
FM ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatin
gulebarankirin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û 1
dagirker jî birîndar bû.
– Di 27’ê Tîrmehê saet 07:10’an de dagirkerên li herêma
Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1
dagirker hate cezakirin. Heman rojê di saet 14.00’an de 1 pergala kameraya
mobesse ya ku li Herêma Berxwedanê ya ji aliyê dagirkeran ve hatibû bicihkirin,
ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.
– Di 27’ê Tîrmehê saet 07:20’an de dagirkerên li herêma
Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke
sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Di saet 19:30’an
de dagirker careke din bi taktîka sûîqestê hatin hedefgirtin û 1 dagirker jî
hate cezakirin.
– Di 27’ê Tîrmehê saet 09:50’î de, tîmeke me ya sûîqestê ya
Şehîd Çîçek Kiçî ya YJA Starê bi taktîkeke sûîqestê li dagirkerên li Girê Şehîd
Pîrdoxan a girêdayî herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê xist û di vê çalakiyê de
1 dagirker hate cezakirin.
– Di 28’ê Tîrmehê saet 05:30’an de dagirkerên li herêma
Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke
sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Heman rojê di
saet 06.30’an de 1 pergala kameraya mobesse ya aîdî dagirkeran hatiye
derbkirin.
4. Di çerçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li
herêma Xakurkê de;
– Di 26’ê Tîrmehê de dagirkerên ku li quntarên Girê Şekîf
ketibûn tevgerê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve destpêkê girtin qontrolê û
piştre jî bi taktîkên sabotajê li wan xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm
1 dagirker hate cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û
teqemeniyan;
– Di 27’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Herêmên Berxwedanê ya
Girê Amediyê û Girê FM 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ku dûyê reş jê
derdiket hatin bombekirin.
6. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi tank, hawan, obus,
helîkopter û balafirên şer;
– Di 27’ê Tîrmehê de li Herêmên Berxwedanê yên Çemço, Girê
Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê tevgera balafirên keşfê pêk hatin.
– Di 27 û 28’ê Tîrmehê de qada Deşta Kafya ya Garê û Herêmên
Berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Sîda û Saca 25 caran bi balafirên şer hatin
bombekirin.
– Di 27’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê ya Girê Amediye,
Kurojahro, Kokerê, Şikefta Birîndara û Karker 27 caran bi helîkopterên êrîşê
hatin bombekirin.
– Di 27’ê Tîrmehê de herêmên Şikefta Birîndara û Çemço bi
sedan caran bi tank, obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.
Şewata di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li herêmên
Saca û Kokerê derketibû didome.”
0 Yorumlar