Ticker

10/recent/ticker-posts

Baregeha Bamernê ya Tirkiyeyê hate bombebarankirin

Bi riya hewana baregeha Bamernê ya dewleta Tirk a dagirker a li Dihokê hate bombebarankirn.


Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, di saetên nîvro de, bi 2 guleyên hewanê baregeha Bamernê ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Diraya hedef hatiye girtin. Tê gotin ku gule li nêzî baregehê ketine. Di encamê de agir li derdora baregehê ketiye.

Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.

Baregeha Bamernê yek ji baregehên herî mezin a dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê ye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar