Ticker

10/recent/ticker-posts

BESÊ ERZÎNCAN: HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HEVKARÊN ÊRÎŞAN E’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku berxwedan, parastina cewherî û xebatên avakirinê yên jinan temînata azadiya mayînde ye.


Besê Erzîncan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ku piştî beşdarî foruma jinan a bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava hat lidarxistin, di encama êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûn û wiha got, “Em cangoriyên azadiyê, şervanên YPJ’ê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Em ji malbatên van cangoriyên azadiyê yên hêja re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan de soza xwe ya pêşxistin û berfirehkirina şoreşa jinê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dubare dikin.”

‘JINÊN KURD KOKA BERXWEDANÊ NE’

Erzîncan anî ziman ku Dewleta Tirk di salvegera Şoreşa Rojava û bi giştî hedefgirtina YPJ’ê de girêdayî planek dîrokî ye û wiha axivî, “Dewleta Tirk dijminê sondxwarî yê gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê ye. Rola stratejîk a jinên Kurd di serkeftina Şoreşa Rojava de û di têkoşîna azadiyê ya hemû beşên gelê me yê Kurdistanê de tê zanîn. Yên ku li dijî dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bi qehremanî şer dikin jinên Kurd in. Gerîlayên azadiya jin bingeha berxwedanê pêk tînin.

Jinên Kurd li ser esasê paradîgmaya azadiya Serok APO di têkoşîna azadiyê ya Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilat de roleke pêşeng dilîzin. Di heman demê de ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê hêza pêşeng a afirandina neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk in.

Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi vîn, ked û rengê jinê hate îlankirin. Ev şoreş li cîhanê jî weke şoreşa jinê hatiye qebûlkirin. Di vê şoreşê de jinan di qadên herî dijwar de di parastina cewherî, siyaset û hemû qadên jiyana civakî de rola pêşengiya herî çalak û bi bandor lîst. Wan şêwazên ramana koledar û tabûyên ku ji hêla cîhana serdest a mêr ve hatî afirandin hilweşandin. Jin ji tariyê derxistin. Hêviyek mezin dan jin û civakên cîhanê. Ger hêvî hebe dê serkeftin jî hebe. Jiyana azad jî geş dibe. Niha jî bi pêşengiya jinan li Rojava ji bo afirandina modela jiyanek alternatîf xebat tên meşandin.”

‘HÊRSEKE MEZIN A DESTHILATDARAN YA LI DIJÎ JINÊN AZAD DIBIN HEYE’

Erzîncan da xuyakirin, ku jinên Kurd bi jinên Tirk re têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên faşîst ên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê didomînin û got, “Dîsa polîtîkayên dijminahî ya rejîma Îranê li dijî jinan hêrsek mezin heye. Li Rojhilat jinên Kurd û jinên Îranî ji bo azadiya xwe her ku diçe dibin yek. Jin li Şengalê ji bo xwerêveberiya cewherî bi pêş bixin di nava berxwedaneke mezin de ne. Di nava jinên Başûr de feraseta azadiyê pêşketiye. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, berxwedana jinan bi berxwedana civakê re tê yekkirin. Ev kamp her tim xwedî helwest û berxwedaneke watedar e.

Jinên Kurd li Ewropa, Rûsya, Ermenîstan û hemû cîhanê bi helwesteke rêxistinkirî di nava berxwedaneke bênavber de ne. Di heman demê de di afirandin û avakirina jiyana azad û têkilî û civakê de rola pêşeng dileyzin.

Ji ber vê sedemê li pişt êrîşa 23’ê Tîrmehê ya li dijî Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan hêrs û tolhildana mezin a zilamtiya serdest a li dijî jina azad, gelê me yê azad û gelan heye. Di şexsê van şervanên azadiyê de ne tenê Şoreşa Rojava ye. Şoreşa jinê ya Rojhilata Navîn, yekîtî û hevparî tê armanckirin. Di şexsê şervan û fermandarên YPJ’ê de daxwazên azadiyê û hêviyên jinên li Rojhilata Navîn dijîn û xeta azadiya jinê ya radîkal hedef hatin girtin. Forûma jinan a li Qamîşloyê li ser çerçoveya ku jinên Rojhilata Navîn tê de cih digirt hat lidarxistin. Di sala 10’emîn a Şoreşa Rojava de rewşa jinê, destkeftiyên jinan, şoreşa jinê û ronîkirina wê û herikîna wê ya ji bo gelan û jinên li Rojhilata Navîn dijîn hatin nîqaşkirin. Tê zanîn ku şoreşa jinê ya Rojava bandoreke çawa li jinên Ereb bi taybet jinên Suryan, Ermen, Çerkez û Tirkmen û jinên li Îranê dijîn kiriye û ber bi azadiyê ve biriye.”

‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HEVKARÊN ÊRÎŞAN E’

Erzîncan da zanîn ku di serî de DYA û bi taybet jî hêzên koalîsyona navneteweyî ji ber çavên xwe li dijî êrîşan girtine hevkarên êrîşane û wiha dewam kir, “Wek tê zanîn hêzên QSD û YPJ’ê di têkbirina DAÎŞ’ê ya li Rojhilata Navîn de roleke bingehîn lîstin. Eşkere ye ku bêyî QSD û YPJ’ê ti berxwedaneke li dijî DAÎŞ’ê nayê kirin.

Di operasyona dawî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li kampa Holê de hêzên DYA û koalîsyonê û fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan bi hev re tevgeriyan. Di dema vekirina qada hewayî ya DYA’yê ji Tirkiyeyê re, fermandara OSD, YPJ’ê Jiyan Tolhildan û 2 fermandarên YPJ’ê şehîd bûn. Fermandarên YPJ’ê yên li dijî DAÎŞ’ê bi fedaî şer kirin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin gulebarankirin. Ev yek di heman demê de hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re di her warî de pir zelal nîşan dide. Hemû cîhan vê yekê dizane, lê çavên xwe ji dewleta Tirk re digirin. Bi vî awayî DYA bi siyaseta xwe ya durû careke din helwest û bêbaweriya li hember xwe li herêmê nîşan da.

‘ARMANC EW E KU ROJAVA BIBE MODEL’

Erzîncan di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Di vê nuqteyê de dema ku em li rewşa mirovatiyê bi giştî dinêrin rewş zêdetir tê fahmkirin. Krîzên ku mirovatiyê dijî, niha di rewşek pêkhatî de ne. Hemî geşedan bandorek erênî an neyînî li ser hev dikin. Pergala mêr a serdest niha serdema xwe ya herî neçareser û astengkirî dijî. Weke çareserî ji nû ve avakirina dewletan, desthilatdarîya mêr û tinekirina xwezayê ye. Em di serdemek wisa de ne ku hewl tê dayîn jin herî zêde bê qîmet bikin. Ev hemû serpêhatî kûrbûna depresyonê bi xwe re tîne. Mînak dema em li polîtîkayên jinan ên li cîhanê dinêrin, em dibînin ku ji dîroka mirovahî heya niha ti caran jin ewqas ji kûr ve nehatine kolekirin. Jin ji aliyê aborî, manewî û civakî de di her warî de di stratejiya mêtîngeriyê de tên bindestkirin û parçekirin. Her ku koletiya jinê pêş dikeve, krîza civakê jî zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de Şoreşa Rojava ji bo jin û gelên cîhanê ji aliyê azadî, demokrasî û nêzîkatiya ekolojîk ve dike armanc ku bibe model. Rastiya hedefgirtina sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabur, Barîn Botan di vir de ye. Ji ber ku li Rojava li dijî pergala modernîst a kapîtalîst îmkana pêşxistina jiyaneke alternatîf pêş dikeve û mezin dibe.

‘GERÎLATIYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DI ŞEXSÊ GERÎLAYÊN JIN DE PÊK TÊ’

Bi heman rengî gerîlayên Kurd li Zap û Avaşînê li dijî teknîka herî pêşketî ya dewleta Tirk di berxwedaneke mezin de ne. Gerîlayên YJA STAR’ê nûnertiya herî bijarte û fedaî ya vê berxwedanê dikin. Gerîlatiya modernîteya demokratîk di şexsê gerîlayên jin ên Kurd de pêk tê.

Di vê çarçoveyê de sedema ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd li her derê dibe hedef asta pêşengiya wê ya di afirandina jiyana azad de ye. Jinên Kurd mînakên herî bijarde yên afirandina jiyana azad a di qada leşkerî, siyasî û jiyanê de di helwestên xwe de bi awayekî şênber û zelal nîşan didin.

Êdî li hemû cîhanê tê qebûlkirin ku li Rojhilata Navîn di pêşengiya jinên Kurd de şoreşeke azadiyê ya awarte pêk tê. Jinên Kurd di dîroka azadiya jinê ya cîhanê de pêngaveke mezin avêtiye. Weke ku tê zanîn koletiya jinê di encama bêparkirina wê ya ji amûr û zîhniyeta parastina cewherî de pêk hat. Jin, li hemberî mêran bêparastin hiştin û kole kirin. Reber Apo ev paradîgmaya koletiyê bi erdê re kir yek. Tîpek a jina ku azad dibe, îrade bi dest dixe, di jiyanê de dikare bibe kiryar, li ser lingan bisekine û biryarên xwe bide afirand. Rêxistinbûn û vîna kolektîf a jinê derxist holê. Di dîroka jinê de cara yekemîn e ku asteke wisa berfireh a bîrdozî, felsefî, rêxistinî û pratîkî bi hev re pêk tê. Paradîgmaya azadiya jinê ya Rêbertiya me îro bandorê li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dike. YPJ di heman demê de nûnera vê ye.

Jinên Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirk, Fars, Çerkez, Êzidî û Elewî di pêşengiya jinên Kurd ên Rojhilata Navîn de tên cem hev. Li Rojhilata Navîn modela neteweya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn, di şexsê yekîtiya jinan de gav bi gav pêş dikeve. Ev yek jî bingehê pêşxistina yekîtiya jinan, şoreşa jinê li cîhanê ava dike. Bi awayeke hovane hedefgirtina Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan li Rojava û gerîlayên li Behdînanê ji ber vê yekê ye.

Dewleta Tirk dewleteke ku îro di cîhanê de baviksalarî û şovenîzmê bi awayê herî gemar û hovane temsîl dike. Herî dawî li Zaxoyê 9 welatiyên Ereb ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Dewleta Tirk di heman demê de dijminê gelan e. Îro netewperestiya Tirk rewşek derûnî ya nexweş temsîl dike.

DIJMINTIYA JINAN A DEWLETA TIRK

Desthilatdariya AKP-MHP’ê hem li hundirê Tirkiyeyê û hem jî li axên Sûriyeyê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab û Cerablûsê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, polîtîkayên xwe yên li dijî jin û gelan bi rêbazên herî qirêj û hovane didomîne. Dewleta Tirk; dixwaze jin di nava sîstemeke koledar a mayînde û sîstematîk de bê hiştin. Ji bo vê jî polîtîkaya xwe ya paşve standina di serî de Peymana Stenbolê, yek bi yek destketiyên ku jinan bi berxwedana bi salan bi dest xistine, didomîne. Tundiya li ser jinan, girtina siyasetmedar û milîtanên jin, rû bi rû hiştina jinan bi xizaniya kûr, di malan de ragirtin, hedefgirtina hovane ya hunermendên jin ên azadîxwaz; polîtîkayên xwe yên destavêtina jinan li Kurdistanê hê jî didomînin. Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê roj bi roj revandin, destavêtin û qetilkirina jinan zêde dibe. Dewleta Tirk stratejiya ‘destpêkê li jinan bixin’ dişopîne. Bêdengiya dewletên din li hemberî polîtîkayên herî hovane yên dewleta Tirk ên li ser jin û Kurdan birêve dibe, tê fêmkirin. Ji ber ku di aliyê zihniyetê de ji heman kokê tên. Dewleta Tirk weke hêza derbekar a zîhniyeta baviksalarî li dijî jin û gelan rola xwe dilîze.

Şervan û fermandara hêja ya QSD’ê, YPJ’ê Jiyan Tolhildan di tevahiya jiyan û axaftinên xwe de li ser azadiya jinê û parastina cewherî ya jinê gelek nirxandin kirine. Dîsa heval Roj Xabûr û Barîn Botan ruhê fedaî yê jina azad temsîl kirin. Hêrsa me ya li hemberî vê cîhana dewletparêz û desthilatdar a baviksalarî mezin e, hêrsa me ya li dijî dewleta Tirk pir mezin e. Ev hemû êrîşên qirêj û xayîn ên dewleta Tirk wê bi rêxistinbûna jinan, xebatên avakirinê û berxwedana xwerêveberiyê vala derbikeve. Em jinên Kurd bi rêhevaltî, berxwedan û xebatên xwe yên avakirinê emê karibin jiyaneke nû, azad li Kurdistanê pêk bînin. Weke tevgera azadiya jinê em ê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina modela neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn bi leztir bikin. Em ê biratî û yekîtiya gelan mezin bikin. Sîstema konfederalîzma demokratîk li van axan kok berdaye û kariye şîn bibe. Em ê vê pergalê pêş bixin û berfireh bikin. Dewleta Tirk bi hemû xerabî, zulm û tarîtiya xwe wê bi tenê bimîne, gav bi gav biçûk bibe û hilweşe.

‘WÊ HEMÛ JIN Û MIROVATÎ BI SER BIKEVİN’

Wek jinên Kurd; li ser esasê felsefeya Rêber Apo em ê bi zanabûneke mezin a azadî, vîn, bawerî, israr û îradeya xwe şoreşa jinê li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk bînin. Em ê di hemû qadên jiyanê de pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Tevî hemû zehmetiyan em ê teqez li xaka Mezopotamya ya dîrokî duyemîn şoreşa jinê pêk bînin. Em ê bi gel û jinên Rojhilata Navîn re jiyaneke wekhev, azad, demokratîk û ekolojîk ava bikin. Li ser vî esasî wê hemû jin û mirovatî bi ser bikevin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar