Ticker

10/recent/ticker-posts

HRE: 14 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir wan li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker hin rêzeçalakî kirine û di van çalakiyan de 14 dagirker hatine kuştin û 10 dagirker jî birîndar bûne.


Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiyên xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HRE’yê de ev hate gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de êrişên xwe yên li hember herêmên me zêdetir kirin. Bi taybet di van êrişan de welatiyên sivîl dibin hedef. Gelek welatiyên me yên ku piştî dagirkirina Efrînê ji axa xwe koçber bûne, di nava koçberiyê de jî rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Em parêzvanên gelê xwe, li hember van êrişên dagirkeran di her şert û mercî de gelê xwe û axa xwe diparêzin.

Ji ber van êrişên dagirkeran di navbera rojên 24-26ê Tîrmehê de, di çarçoveya parastina rewa de, li herêmên Şêrawa, Bab û Ezazê li hember dagirkeran çalakiyên xurt hatin lidarxistin.

Di 24’ê Tîrmehê de; li gundê Cilbirê yê navçeya Şerawa, li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di wê çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, gelek leşker birîndar bûn. Hejmara leşkerên birîndar nehat zelalkirin. Di wê çalakiyê de her wiha erebeyên bi cureya Kîrpî, Akrep û tank hatin derbkirin.

Di 25ê Tîrmehê de; li herêma Babê li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên xurt hatin lidarxistin. Di encama wan her du çalakiyan de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Ev demek e dewleta Tirk a dagirker ji bo baregehên xwe yên li herêmên Efrîn û Ezazê sewqiyata leşkerî dike. Ev yek ji aliyê hêzên me ve hat şopandin û di 26ê Tîrmehê de li gundê Kilcibrîn ê bajarê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke xurt hat lidarxistin. Di encama wê çalakiyê de 7 leşkerên dagirker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha tankek, obusek û gelek çeperên dagirkeran hatin rûxandin, erebeyeke ji cureya Reo jî hat derbkirin.

Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî 11 leşkerên dagirker û 3 çete hatin kuştin, herî kêm 6 leşker û 4 çete jî birîndar bûn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar