Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi peyamekê hemû fermandar û şervanên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara pîroz kir.
Di peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel
(NPG) de wiha hat gotin:
“Operasyona dawî ya berfireh a dagirkeriyê ya artêşa Tirk a
dagirker ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, heta îro
105 roj li pey xwe hişt. Ev êrîşên dagirkeriyê ji aliyê gerîlayên azadiya
Kurdistanê ve rastî berxwedaneke dîrokî hat. Eniya yekemîn a vê berxwedanê ya
pîroz bi destê fermandar û şervanên leheng ên Eyaleta me ya Zap hate avakirin
ku wan bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan û destûr nedan êrîş û dagirkeriyê.
Berxwedana hêzên me ya li hemberî êrîşên dagirker ên bi piştgiriya teknîkî ya
bêsînor a NATO’yê û meşa wan a li ser xeta serketinê, careke din îsbat kir ku
gerîla bin nakeve.
Hûn fermandar û hevrêyên me yên li Qada Berxwedanê ya
Şikefta Birîndara, we bi îradeyeke bêhempa li hemberî hemû êrîşan li ber xwe da
û bi karanîna di nav hev de ya taktîkên dewlemend ên gerîla yên serdema nû
derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker xist. Tevî ku artêşa Tirk a dagirker bi
balafirên şer, helîkopterên êrîşê, hawan, obus û çekên qedexekirî yên kîmyewî
bi hezaran êrîş pêk anî, lê li dîwarên berxwedana we ya ji vîna polayî hatiye lêkirin
qelibî û pûç bû. Ne tenê bi hostatî êrîşên dijmin hatine pûçkirin, di heman
demê de çalakiyên aktîf yên we hevalan yên bi rengê tîmên bi tevger û yên di
tunelên şer de, her wiha cesareta bilind û kêrhatiya serketî ya pêkanîna
taktîkên serkeftinê yê we derbên giran li dijmin xistiye.
Piştî helîkoptera êrîşê ya ku we di 30’ê Gulanê de xistibû,
24’ê Tîrmehê jî helîkoptereke din a Skorsky li qada Berxwedanê ya Şikefta
Birîndara hate xistin. Piştre jî di 25’ê Tîrmehê de tîmên me yên bi tevger ji
du baskan ve bi taktîka vedizînê dagirkerên li herêmê hatine hedefkirin û
bi serketineke mezin li wan hatiye xistin, tankek hate rûxandin û herî kêm
5 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakiyên serketî yên li hemberî dagirkerên ku
dixwestin êrîşî tunelên şer bikin, mînakên herî berbiçav ên şêwaza lêdana Bazê
ne.
Li rex serkeftina leşkerî ya van çalakiyên encamgir û
serketî, her wiha bûyîna bersiva êrîşa nemirovane ya dewleta Tirk a qirker ya
li dijî sivîlên bêguneh ên li Perex a Zaxoyê pêkanî, nîşan da ku Gerîlayê
Azadiyê hêza parastina rewa ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Di heman demê de
ev çalakiyên ku di salvegera heftemîn a êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a
dagirker ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li ser gelê me û tevgera me dabûn
destpêkirin, careke din îsbat kir ku hewldanên tasfiyekirina doza hebûn û
azadiyê ya gelê Kurdistanê pûç in.
Em hemû hevrêyên fermandar û şervan ên ku di çarçoveya
Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi taktîkên afirîner ên li Qada
Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ku di van çalakiyên serkeftî de ked dane, di
nava şert û mercên dijwar de bi îradeyeke bilind li ber xwe dane, pîroz dikin.
Em di serî de Berxwedêrên Şikefta Birîndara, hemû hevrêyên me yên ku di Pêngava
Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girtine û bi rengekî fedaî li ber xwe didin û
gav bi gav ber bi serkeftinê ve dimeşin bi germî silav dikin û serketinê ji wan
re dixwazin.”
0 Yorumlar