Ticker

10/recent/ticker-posts

Malbat û parêzerên Rêber Ocalan serlêdan kirin

Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdaneke bi heman armancê ji aliyê birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ve jî hate kirin.

Malbatan ji bo karibin di navbera 9 û 15’ê Tîrmehê de hevdîtina cejnê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo karibin Ocalan bibînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin. Daxwaza hevdîtinê jî bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar