Ticker

10/recent/ticker-posts

Li wargehê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek di 40’emîn salvegera Şehadeta xwe de hatin bîranîn.


Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê  Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek di 40’emîn salvegera Şehadeta xwe de bi hatin bîranîn.

Beriya ku merasîma bîranînê destpê bike, di kesayeta Şehîdên 14’ê Tîrmehê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê ji Meclîsa Gel a wargehê Mamoste Seîd Çomlek li ser girîngî û salvegera 40’emîn ya şehîdên 14’ê Tîrmehê axivî.

Mamoste Seîd Çomlek di kesayeta şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîranî û got: “Wek tê zanîn çalakiya 14’ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd de cihekî pir girîng digre. Bi rastî jî dema em temaşeyî dîroka Kurdistanê ya îro dikin, mezinbûyîn, berfirehbûyîn û bûyîna malê mirovahiyê bikin, emê pir hêsanî çalakiya di zindana Amdedê de û bûyera 14’ê Tîrmehê bibînin. Yanî çalakiya şehîdê mezin Mazlum Dogan ya di Newrozê de, her wiha çalakiya Şehîd Ferhat Kurtay û rêhevalên wî û çalakiya herî dawî ango çalakiya Şehîdên 14’ê Tîrmehê dema mirov temaşe dike, meznahiya şoreşa Kurdistanê ya îro jî dibîne.”

Piştî axaftina Mamoste Seîd Çomlek, sînevîzyona ku li ser berxwedan û têkoşîna şehîdên 14’ê Tîrmehê hatî amadekirin hat nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar