Ticker

10/recent/ticker-posts

Iraq: Tirkiye ne parêzvanê Iraqê ye

Di demek ku Iraq ji ber siyaseta dewleta Tirk bi hişkesaliyê re rûbirû maye, balyozê Tirkiye yê li Iraqê got; “Av li Iraqê vale diçe, kompanyayên me ji bo bingehdanîna jêr avê amadene.” Li hemberî daxuyaniya balyozê Tirk, ji Iraqê nerazîbûnên tûnd hatin.



Dewleta Tirk a dagirker doysa avê weke çekek dijî welatên xwe ên cîran, taybet Suriye û Iraqê bikartîne. Yek ji van çekan jî projeya GAP’ê ye. Di sala 1993’yan de, di dema vekirina Bendava Ataturk de Serokkomarê yê wê demê Silêman Demirel diyar kir ku bermîlek neft, beramberî yek metrekup ave.

Heta sala 1970’an tenê Sûriye û Iraqê ji ava Dîcleyê sud werdigirt. Ji ber vê yekê ti pirsgirêkên cidî li gel Tirkiye û Îranê rû nedidan. Lê piştî projeya GAP ya Tirkiyê pirsgirêka avê li welatên herêmê gihişte lûtkeyê. Bi vê yekê metirsiyên mezin ya avê li Sûriye û Iraqê derketin holê.

Di salên borî de Tirkiye dest bi bikaranîna avê weke çekek hemberî Iraqê kir, ev jî bûye sedem ku li tevahî Iraqê hişkesalî rû bide. Bê guman ziyanên vê gelekin, xwedîkirina masiyan bi awayek berçav li Iraqê daketiye xwarê, çandinî û lawirvanî jî bandorek nerênî dîtine.

Çalakvanan beriya niha ji ber metirsiya bê avbûnê, li ser torên civakî karkirin, diyarkirin ku ne hevsengiyek mezin di rêvebirina dosya avê ya bi Îran û Tirkiyeyê re heye.

Daxuyaniya balyoz niyeta Tirkiyeyê eşkere kir

Duh balyozê Tirkiye yê li Iraqê Elî Riza Guney ragihand ku hişkesalî ne tenê pirsgirêka Iraqê ye, pirsgirêka Tirkiye û hemû herêmê ye. Axaftinên Guney di demek deye ku dewleta Tirk ava Iraqê biriye û bi salane Iraq ji ber vê yekê rastî hişkesaliyê tê.

Balyozê Tirk Guney herwiha got ku ji bo vê yekê divê weberhênana li bin xakê de were kirin û kompanyayên Tirkiyeyê jî ji bo vê amadene.

Iraqê bersiva balyozê Tirk da

Serokê Biloka Bonda Nîştimanî Ehmed Esedî bersiva balyozê Tirkiye yê li Iraqê da û got; “Pêwîstiya me bi kompanyayan nîne, pêwîstiya me bi girêdana we ya bi yasaya navnetewî û cîrantiya baş heye. Hun mafê me zeft nekin, em bi xwe dizanin çawa bikarbînin. Gelo balyozê Tirk dizane ku welatê wî di mijara avê de sedî 60 binpêkirin kiriye û ev jî berevajiyê yasaya navnetewî û taybet jî welatên ser robare.”

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye ne parêzvanê Iraqê ye

Herwiha Wezîrê Çavkaniyên Avên Iraqê Mehdî Reşîd Hemdanî jî li ser heman mijarê got; “Daxuyaniyên balyozê Tirk yên weke ‘av vale diçe’ ne rastin û gefe li ser aramiya civaka Iraqê. Bang li Wezareta Derve dikim, bang li balyozê Tirkiyeyê bikin û nerazîbûn nîşan bidin, Tirkiye ne parêzvanê Iraqê ye, divê li gorî peymana navnetewî Iraq xwedî pişka wek hev be û nabe destwerdana di siyaseta avê de were kirin. Tirkiye hertim behsa vale çûyîna avê dike, armanc jî ewe mafê avê ji xwere bibe û para Iraqê kêm bike. Ya niha çêbûye jî eve.”

Bersiva parlamentoyê

Di dewama nerazîbûnên dijî daxuyaniya balyozê Tirkiyeyê de, parlamentera Iraqê Zeyneb Musewî ji Rojnews re axivî û got; “Ya ku Tirkiye dike, ji qanûna navnetewî nagre, pêwîste Hikumeta Iraqê dawî li destwerdana siyasî bîne û biryara berê ya parlamentoya Iraqê bicih bîne. Ew biryar jî derxistina leşkerên biyanî, li gel Tirkiyeyê ku hertim destdirêjiya Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) dike.”

Zeyneb got ku divê hikumet serweriya nîştimanî bi rêya bikaranîna çeka aborî û bazirganiyê biparêze, wek tê zanîn henardeya Tirkiye ya ji bo Iraqê, di mehên destpêkê yên sala 2022’an de 2 milyar û 446 milyon û 554 hezar dolar bû.

Endamê Lijneya Çandiniyê yê li parlamentoya Iraqê Refîq Salih jî ji Rojnews re axivî û got; “Bêdengiya Bexdayê dibe sedem ku Enqere di çêkirina bendavan de dewam be û Iraq ji mafê avê bê par bihêle. Bang li hikumetê dikim, ji bo para avê ya Iraqê bi awayek wekhev mîsoger bibe, dijî Tirkiyeyê pêngavan bavêje. Eger hikumet tedbîrên pêwîst negre, di dema bê de karesatek mezin a hişkesaliyê wê berê xwe bide welatê me.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar