Koma Şehîd Serdeşt ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê yên dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, klîbek nû bi navê ‘Bazên Çiya’ belavkir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî dagirkeriyê jî dewam dike. Berxwedana gerîla di her warî de bala her kesê daye ser xwe.
Koma Şehîd Serdeşt ku ji komek ciwanên Germiyan pêktên, ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê klîbek nû ya bi navê ‘Bazên Çiya’ belav kir.
Jina ciwan ya bi navê Saye Şoreş ku li defê dixe, axivî û got; “Niha dewleta Tirk a dagirker êrişî xaka Kurdistanê dike, bi taybet li Avaşîn, Metîna û Zapê gerîla parastina xaka Kurdistanê dikin. Em jî weke koma Şehîd Serdeşt ya Germiyanê, vê klîbê diyarî gerîlayên qehreman û berxwedêr dikin.”
Şoreş di dewama axaftina xwe de dibêje; “Ev êriş ne tenê ji bo dagirkirina xakê ye, di heman demê de êrişî ser çand û zimanê Kurdî ye. Ji bo vê ez bang li hemû hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê dikim, bi hunera xwe dijî êrişan rawestin.”
Endamek din ê komê jî Selah Hesene, Selah jî got; “Me weke erkek nîştimanî, exlaqî, çandî û hunerî ji Germiyanê piştgiriya gerîla kir. Bi hunera xwe emê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin. Ez bang li hemû rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê dikim, bi hunera xwe dijî êrişan mil bidin milê gerîla.”
0 Yorumlar