Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.


Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mazlûm Dînç û birayên girtiyên din Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi heman daxwazê bi riya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Girtî û Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serî li van saziyan didin. Daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tên hiştin.

Carnan bi mehan şûnde, hincetek tê pêşkêş kirin ku tê gotin ku qedexeya hevdîtinê li ser muwekîlên wan hatiye danîn.

Herî dawî Serokatiya Desteya Disîplînê ya Îmraliyê di 31’ê Gulanê de 3 meh cezayê dîsîplînê yê nû li Abdullah Ocalan û girtiyên din birîbû. Ev agahî di 26’ê Hezîranê de derketibû holê. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bertek nîşanî desteya dîsîplînê dan ku têkildarê van cezayên dîsîplînê agahî ji wan re nayê dayîn û gotin ku ev yek “neqanûnî” ye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar