Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Yusuf Kara diyarkir ku dewleta Tirk piyoneke ji bo hêzên hegemon û dibêje: “Dema mijar dibe gelê Kurd hemû meşruyetê dixin destê wî de, eger li hemberî êrişan helwestek tûnd neyê nîşandan, guman nîne ku piştî van êrişan, dewleta Tirk carek din êrişî Mexmûrê jî bike.”
Li pey têkçunên dewleta Tirk a dagirker a li hember gerilayên azadiyê, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ve bal daye ser êrişên li ser sivîlan. Di 17’ê Hezîranê de li Kelarê, di 17’ê Tîrmehê de li Musil û di 20’ê Tîrmehê de jî li Perex a Zaxo li pey hev komkujî pêkanî.
Li gel wê sê rojin bê navber balafirên keşfê ku tên texmînkirin, ên dewleta Tirk a dagirkerin, li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, digerin. Piştî êrişa li Perexê, pirsa gelo ‘Dewleta Tirk li Mexmûrê jî li pey komkujiyek dine!? tîne bîra mirov.
Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û metirsiya komkujiyek din ya li ser wargehê, Hevserokê Meclisa Gel a Demokratik a Mexmurê Yusuf Kara ji ajansa me re axivî.
‘Bêdengî tê wateya hevkariyê’
Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de komkujiya duh li Perexê pêkhatî bi tundî şermezar kir û got: “Dewleta Tirk li herderê êrişekî topyekun daye destpêkirin. Dixwaze gelê Kurd li herderê qetil bike û qirbike. Ji Kelar heta Silêmani, ji Çemçemal heta Mexmur û ji Şengal heta Efrinê li her derê ku Kurdek xwedî şeref lê hebe dike hedef. Lê li tevî van êriş û dagirkeriyê jî ne Neteweyên Yekbuyî, ne jî aliyên din ti bertekek tund nîşa nedane. Mirov dikare bêje hevkariyê jî dikin. Dema ku dewleta Tirk êrişî Mexmurê kirî, me ji rayedarên Hikumeta Iraqê re got ku ev komkujî dibe îro li ser me hatibe pêkanin, lê wê sibe li ser we jî were pêkanin. Me vê yekê ji wan re vekirî got. Îspata vê yekê jî bi êrişa li Perexê re derket holê. Li wir 9 kes hatin qetilkirin û di nav de jin û zarokên bê guneh hebun. Dewleta Tirk ji ber têkçuna xwe êdî wek lawirek xwînmij lê hatiye. Êdî bi ti awayi ferq naxe navbera netew gel jin zarokan de. Ev ji nîşaneya têkçûna wî ye.”
‘Guman nîne ku êrişî Mexmûrê jî bike’
Kara di dewama axaftina xwe destnîşankir ku çawa ku li pey hev li Kelar, Musil, Perexê komkuji pêkanî, bê gumane ku dewleta Tirk a dagirker carek din li ser Mexmurê jî komkujî pekbîne: “Dewleta Tirk dewletek dagirker û faşiste. Lê her kes li hemberî vê bedenge. Eger li beramberî vê helwestek tund a navnetewî, biratiyek a gelan û netewan neyê nîşandan, bê guman wê dewleta Tirk hespê xwe li herderê bibezîne.”
‘Dewleta Tirk piyoneke’
Yusuf Kara da zanîn ku hêzên desthilatdar û navnetewî ji bo berjewendiyên xwe deng li Tirkiyeyê nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk di aliyê aborî û jeopolîtîk de bandorek xwe heye, di aliyê erdnîgarî de pira dinavbera Asya û Ewrupayêde ye. Her wiha endambuna wî ya NATO’yê heta radeyekê erk û mîsyon jê re tê dayîn. Ji xwe dema mijar dibe Kurd bi hemu şêweyî meşruyetê dixin destê wî de. Weke piyoneke tê bikaranîn. Divê gelê Kurd li xwe vegere, yekbuna xwe çêke û bibe xwedî helwestek zelal. Ji bo gelê Kurd li ber pêlek a Lozana duwem neçe, divê li gor van mercan tevbigere û ji xwe re esas bigre. Îxanet tenə sid dide dijmin.”
0 Yorumlar