Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelê Mexmûrê serdana gorên şehîdan kirin

 Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê çûn serdana gorên şehîdan.


Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi meşekê berê xwe dan goristana şehîdan. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin. Piştî gihiştin ser goristanê li wir ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Sedîq Heştanî axivî. Heştanî destpêkê xêrhatina kesên amade kir û wiha: “Em hîvîdarin ku ev cejin bibe wesîleya serkeftin û serfiraziyê, bibe cejna biratiyê, bibe wesileya azadiya fîzîkî ya Serok Apo û Kurdistanê. Dubare em ceja tevahî gelê wargehê û gelê amade pîroz dikin.”

Li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.




Yorum Gönder

0 Yorumlar