Şehîd Zîlan di 26’emîn salvegera şahateta xwe de li wargeha Penaberan a Mexmûrê hate bi bîr anîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci bi nasnav (Zîlan) di 26’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Tevgeta Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê berdevka Saziyên Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan li ser têkoşîna şehîd Zîlan axivî.
Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya çalakiya Şehîd Zîlan ya ji bo tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd: “Em di kesayeta Şehîd Zîlan de tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember têkoşîna wan di tewînin. Şehîd Zîlan xeta jina têkoşer ya jina azade. Heval Zîlan dibêje: ‘Xwezî tiştek din ji canê min bi buhatir hebûna ku min ji bo Rêbertî û gelê Kurd feda bikiriba.’ Em wek gel û jinên Kurd soz didin heta dawî şopdarê rêya Zîlan û rêhevalên wê bin.’
Piştî axaftinê sînevîzoyonek li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan de hate nîşandan.
Piştî sînevîzyonê merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.







0 Yorumlar