Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag jî ku di dem û cihên cuda de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, bi meresîmek girseyî hatin bi bîr anîn.
Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê di 16’ê
Hezîrana 2022’an de bi daxuyaniyekê şehadeta hevrêyê xwe Salih Cizîr (Hasan
Adir) îlan kir. Komîteyê di daxuyaniya xwe de têkildarê şehadeta şehîd Salih
Cizîr ev agahî dabûn; “Hevalê Salih ku jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya
gelê xwe kir, li Mexmûrê ku şêniyên wê xelkê Botanê yê ji ber zilma dewleta
Tirk koçber bûne, ji bo xizmetê ji xelkê wê re bike têkoşîna xwe dewam kir.
Hevrêyê me Salih Cizîr bi jiyana xwe bû mînaka baweriya bilind û biryardariya
tevlîbûna bêhesab a li xeta Rêber Apo. Di 5’ê Hezîrana 2021’ê de li Mexmûrê
dema ku bi fedakariyeke mezin xizmet ji gelê xwe re dikir, di êrişa hewayî ya
dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Em careke din di şexsê hevalê Salih de
şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û sozê didin ku teqez hesabê
ji dewleta Tirk a dagirker û nokerên xayin bipirsin.”
Her wiha komîteyê di 5’ê Hezîrana 2022’an de jî nasnameya gerîlayê PKK’ê Dr. Huseyîn Akdag (Selman Bozkûr) ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a 5’ê Hezîrana 2021’an li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîbû de şehîd bûbû aşkera kiribû.
Di vê çarçoveyê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî
(Mexmûr) Şehîd Salih Cizîr û Dr. Huseyîn Akdag, bi merasimeke girseyî hatin
bîranîn. Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi tevlîbûna bi
sedan şêniyan hat lidarxistin. Beriya ku merasîm destpê bike ji bo bîranîna
tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê girseyê Hevseroka Meclîsa Gel a
wargehê Fîlîz Bûdak axivî.
Bûdak di destpêka axaftina xwe de bi berfirehî bal kişande
ser jiyana têkoşînî û sekna berxwedêr ya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi
taybetî şehîd Salih Cizîr, minetdariya xwe ya ji bo keda wî ya li beramberê
wargehê dayî anî ziman û wiha pêde çû; “Em baş dizanin ku ev konsepta tinekirin
û îmhakirinê ya ji aliyê dijmin û hevkarên wê ango mala Barzan e ku ne tenê
hevkar e, di heman demê de dijmin e, ger di mala te bi xwe de qesda rihê te
dike, ne hevkar, dijminê te ye. Em jî wan wisa pênase dikin, dijminênê Kurd yên
xwe bi navê gelê Kurd pênase dikin in, ewane jî destê wan di xwîna şehîdan û
wan komkujiyan de heye. Ji bo wê jî sekna ku ev civak li vê derê raber dike,
şêweyê jiyana ku ev civak li vê derê ava dike, li Rêbertî û şehîdên xwe xwedî
derketin û nûkirina soza dilsoziya bi wan re darbeyeke herî mezin a li dijmin
tê dayîn e. Ev wargeh xwedî vê rûmetê ye, xwedî vê hêzê ye ku dikare xwedî li
şehîdên xwe derbikeve û xwedî li vê hêzê ye ku bi hemû hêza xwe li beramberî
dijmin bi awayekî herî bi rûmet bisekine û hebûna xwe biparêze. Lê rih, ked û
rêya ku wan ji me re hiştine, gihandina wê ya serketin û azadiyê û gihandina wê
ya asta lûtkeyê erkê me hemûyan e. Erkê me yê exlaqî û wijdanî ye.”
Hevserok Fîlîz Bûdak di dawiyê de di şexsê şehîd Salih Cizîr
û gerîlayê PKK’ê yê şehîd Dr. Huseyîn Akdag soza dilsoziya bi hemû şehîdên
şoreşê û bilindkirina têkoşîna wan heya azadiyê da.
Piştî axaftina Bûdak merasîm bi nîşandayîna sînevîzyona ku
derbarê jiyana têkoşînî ya şehîd Salih Cizîr hatibû amadekirin dom kir.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd
namirin” û “Bimre xiyanet” bidawî bû.










0 Yorumlar