QSD`ê ragihand ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldana çeteyên dagirkeriya Tirk a ketina gundê Kor Hesen ê rojavayê Girê Spî pûç kiriye û di encamê de çeteyekî hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) eşkere kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Kor Hesen ê rojavayê kantona Girê Spî pûç kiriye. QSD`ê diyar kir ku piştî topbarana dijwar li ser gund ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, şerekî dijwar rû daye.
QSD` destnîşan kir ku çeteyek hatiye kuştin, çeteyek birîndar bûye û yên mayî jî reviyane.

0 Yorumlar