Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Hewlêrê 13 kes bi nexweşiya kolera ketin

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand ku li parzgeha Hewlêrê 13 kesên bi şewba kolera ketine hatin tesbîtkirin û niha li çareseriyên pêwîst ji bo wan tê kirin.

Navenda Nuçeyan


Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dilovan Mihemed di daxuyaniyek a çapemeniyê de ragihand: “Di du rojên borî de 9 nexweşên bi şewba kolera ketine hatin tesbîtkirin. Piştî testên hatîn kirin li parêzgeha Hewlêrê bi giştî kesên bi şewba Kolera ketin bû 13 kes. Ew kes hemû welatiyên Hewlêrê ne. Heta niha gelek pêngavên ji bo rêgirî li belavbûna vê nexweşiyê were girtin hatine avêtin.”

Dilovan Mihemed ji welatiyan xwest ku li ser tendirustiya xwe agahdar bin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye nêzîkî meheke nexweşiya zikçûn û vereşanê di nava welatiyan de di rêjeyekî ber biçav de belav bûye. Ji ber vê yekê hejmarek zêde welatiyên Kurdistanê serdana nexweşxaneyan dikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar