Li paytexta Herêma Kurdistanê palamenterekî Eniya Tirkmen êriş kir ser Kurdan û PKK weke ‘terorîst’ bi nav kir. Lê ne li parlamentoya Herêma Kurdistanê û ne jî parlamentoya Iraqê PKK ne rêxistinekî qexekiriye û di dema ketin tengasiyê de alîkarî ji PKK’ê xwestine.



Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê di civîna çapemeniyê de, Serokê Koma Eniya Tirkmen a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hîmdat Sebah êriş kir ser gelê Kurd.

Hîmdat Sebah di bersiva pirsa têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de got: “PKK û Kurd du tiştên ji hev cuda ne û divê cuda bikin.”

Hîmdat Sebah bêyî ku vî hesabî bike ku ew parlamentere û ne jî parlamentoya Herêma Kurdistanê û ne ji ya Iraqê PKK’ê weke rêxistinek qedexekirî nabîne,  Hîmdat PKK weke ‘terorîst’ pênase kir û got: “PKK bi biryarên Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewropa weke saziyek terorîst hatiye naskirin.”

Serokê Koma Eniya Tirkmen a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hîmdat Sebah rewatî da dagirkeriya dewleta Tirk û diyar kir ku destwerdana Tirkiyeyê bi lihevkirina li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê ye û ji bo parastina ewlehiya xwe ye.

Ev jî di demekê de ye ku li gorî Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê, di nava refên PKK’ê de zêdetirî hezar gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê şehîd bûne û berdewam ji herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê ciwan tevlî nava refên gerîla dibe.

Herwiha PKK di şerê li dijî DAIŞ’ê de, tevlî şerê parastina Başûrê Kurdistanê bû û ji bo parastina Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi dehan şehîd da. Berpirsên Herêma Kurdistanê bi xwe ji bo parastina Başûrê Kurdistanê banga alîkariyê ji PKK’ê kirîbûn.