Ticker

10/recent/ticker-posts

Kurtay Serhed: PDK artêşa Tirk li ser lingan digre

Rojnamevan Kurtay Serhed, li ser şerê Zap, Avaşîn û Metîna wiha var: “Ji destpêka êrişan heta niha gerîla bi tîmên tevger û pispor derbeyên giran li dijmin dixe. Ruxmê, helikopter, balafir û teknîka herî pêşketî jî, gerîla navber nadin çalakiyên xwe. Dewleta Tirk û PDK rêbazên DAIŞ'ê bikartînin.”

Armanç Herekol - Rojev


Rojnamevan Kurtay Serhed têkildarî rewşa şerê Zap, Avaşîn û Metîna ji rojnama me re axivî û anî ziman ku gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê qira artêşa Tirk aniye.


'Artêşa Tirk li Garê hat perçiqandin'

Kurtay Serhed di destpêka axaftina xwe de behsa şerê sala borî ya Garê kir û wiha got: “Sala borî artêşa Tirk li Garê bi hinceta ku leşkerên xwe yên di destê PKK’ê de bistînin operasyonek dabûn destpêkirin. Ev operasyona wan çar rojan dewam kir û artêşa Tirk li Garê hat perçiqandin. Ji ber wê yekê, Erdogan neçar ma ku têkçûna xwe ya li Garê qebul bike. Her wiha di 24’ê Nîsana sala borî de Erdogan cara yekem bi Serokê DYE’yê Joe Bîden re bi rêya telefonê axivî û piştî wê li ser Zap, Avaşîn û Metîna hemwext êrişek yê digirkiriyê dan destpêkirin û ji aliyê artêşa Tirk ve gelek çekên qedexekirî hatin bikar anîn. Bi giştî sala borî bi qehremanî, berxwedanî, xiyanet û êrişan re derbas bû.”

‘Gerîlayên Rêber Apo li dijî êrîşan hertim di amedebaşiyê de bûn’

Rojnamevan Kurtay di axaftinên xwe de qala operasyona dewleta Tirk-PDK’ê ya ku di 14’ê Nîsanê de hatibû destpêkirin kir û wiha pêde çû: “Di van êrişên de rêbazên artêşa Tirk heman rêbazên sala borî bûn. Lê gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi rêbazên herî pêşketî xwe ji şer re amadekirînbûn. Li gor wê, ji destpêkê heta niha bi rêbazên nû derberyên giran li dagirkeran tê xistin. Gerîlayên Rêber Apo li dijî êrîşan hertim di amedebaşiyê de bûn. Artêşa Tirk nekarî xwe cîh bike û derbeyên giran ji gerîlayan xwarin. Heta niha jî artêşa Tirk û gerîla li qadê ne û her roj gerîla bi rêbazên nû çalakiyan dikin. Gerîla di şerê tûnelan de derbeyên bandor li artêşa Tirk dan û encamekî pir baş derxist holê. Her wiha ji der ve jî tîmên tevger û pispor bi rêbazên nû û wekî cinan, di nava herêmê de tevger dikin.”

‘Gerîla bi pisportî şer dike û di nava artêşa dagirker de şikestinek daye çêkirin’

Kurtay Serhed di dewama axaftian xwe de anî ziman ku gerîla bi operasyonên şoreşgerî qada şer ji dagirkeran re kiriye dojeh û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 24’ê Gulanê de, li çiyayê Reş û Kurojaro operasyonên şoreşgerî çêbûn û encamên pir mezin û girîng derketin holê. Bi dehan kuştiyên leşkerên artêşa Tirk çêbûn, bi dehan çeper hatin rûxandin, gelek helîkopter hatin derbkirin û xistin, gelek cebilxane hatin desteserkirin. Ev operasyonên şoreşgerî wisa li dagirkeran kir ku êdî nikarin li qadê tevger bikin. Derûniya wan têk çûye û gelek leşker ji ber ku nedikarîn şer bikin, reviyan û ji aliyê wan ve hatin înfazkirin. Şikestinek mezin di nava artêşê de heye. Ji ber ku wan wisa hêvî nedikir. Gerîla êdî xwe nûjen kiriye û pispore. Leşker li hindek girên bilind dimînin, kengê xwe diberdin nav qadê, gerîla bi dijwarî lê dixin. Her wiha gerîla bi tarzê nû çalakiyan li ser çeperên wan pêktînin û derbeyên dîrokî li wan dixe. Bi keşif, balafir û helîkopteran dixwazin bimînin di qadê de, li rûxmê wê jî gerîla di bin keşfê de diçe ser çeperên wan û derbe li dagirkeran dixe.”

‘Tirk û PDK rêbazên DAIŞ’ê bikar tînin’

Herî dawî Rojnamevan Kurtay Serhed bal kişand li ser xiyaneta PDK’ê û anî ziman ku PDK artêşa Tirk li ser lingan dihêle û wiha axaftina xwe domand: “Çapameniyên dewleta Tirk-PDK’ê şerê taybet didin meşandin. Derew û rêbazên DAIŞ’ê dişixûlînin. Ji bo ku artêşa Tirk xwe li ser lingan bihêle, fînansa wê ya aborî sedî 60’ê wê PDK pêşwazî dike. Başûrê Kurdistanê bûye bazarekî ya Tirkan. Lê ya baş ewe ku êdî gelê Kurd xiyanetkaran nas dike. Tevahî gelê Kurd rolê PDK’ê di vî şerî de pir bi eşkere û zelalî dît. Di vê pêvajoyê de pêwîste ruhê netewî pêş bikeve û gelê Kurd xwedî li welatê xwe derbikeve.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar