Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi hezaran kes li Kongreya HDP’ê ya li Rihayê ne

Bi hezaran kes beşdarî Kongreya HDP’ê ya Rihayê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreyê de diaxive. 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar dixe. Kongre li eywaneke dawetan tê lidarxistin û li eywanê pankartên “Ji malbata Şenyaşar re edalet, ji bo her kesî edalet”, "Na ji tecrîd, şer û xizantiyê re”, “Bijî berxwedana ciwanan” û “Rêxistinbûna jinê, azadiyê jinê ye” hatibûn daliqandin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nusretîn Maçîn, Nîmetûllah Erdogmuş, birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêveberên partiyên siyasî û bi hezaran welatî jî di kongreyê de amade bûn. 
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dîwan hat hilbijartin. Di kongreyê de parlamenterê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmuş axivî û wiha got: “Bernameya her partiyekê heye lê belê ya HDP’ê cuda ye. Di bernameya HDP’ê de jiyaneke birûmet heye. Ev yek, ji xwezayîbûna HDP’ê tê. Çawa ku Çemê Firatê li vê xakê jiyanê diafirîne, çawa ku guherandina berê çem nepêkan be, HDP’ê jî ji bo ku jiyaneke birûmet li ser vê xakê bi cih bibe xwe birêxistin kiriye.”

Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Buldan, di serî de Muhsîn Melîk ku di 2’yê hezîrana sala 1994’an de dema endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HADP’ê hatibû qetilkirin, Îbrahîm Ayhan, endamên malbata Şenyaşar ên hatine qetilkirin, kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin û yên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bi domdarî Buldan anî ziman ku ew hêza xwe ji gel digirin û spasiya hemû beşdaran kir.

‘JIYANEKE DIN PÊKANE’

Bi domdarî Buldan anî ziman ku HDP têkoşîna xwe ya li dijî qedexe û zextan mezintir dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP êdî bûye meşa hêviya bi milyonan. Ev jî bi saya baweriya we ya bi me ye. Hûn jî baş dizanin ku kesên vî welatî birêve dibin, ji bo vemirandina vê ronahiyê gelek hewl didin. Ji bo ku hêviya HDP’ê ji bo gelên Tirkiyeyê afirandî tune bikin, serî li her rê û rêbazên êriş û astengkirinan didin. Dixwazin ku gel di tarîtiyê de bimîne û hêviya wan bişikê da ku desthilatdarî bikare xwe ser li ser pêyan bigire. Em jî dibêjin jiyaneke cuda pêkan e. Êdî fikra HDP’ê û Rêya 3’yemîn heye.”

‘WEKE DÎLAN DI GIRTÎGEHAN TÊ RAGIRTIN’

Di berdewamê de Buldan da zanîn ku nîviya rêveberên partiyeke siyasî niha di girtîgehê de ne û wiha domand: “Tiştekî wiha li tu devereke din a cîhanê tune ye. Ji rêveberên HDP’ê heta parlamenter, hevşaredar, endam û kesên silav dayîn di girtîgehê de ne. Ne tenê HDP lê her kesê ji bo vî welatî aştî, demokrasî û azadiyan dixwaze niha di girtîgehê de ye. Di vê baş fêm bikin ku wan kesan wek dîlgirtiyan radigirin. Înkar, zext, tundî, girtin û xesp, tişta ku pergala li dijî me herî baş dizane ne. Dixwazin hemu nirxên gelê kurd û hêzên demokrasiyê xesp bikin. Em bi feraseteke ku dixwaze siyaseta me bi kompas û komployan bidarizîne re rû bi rû ne. Her ku me qala demokrasiyê kir, wan jî di mezinkirina faşîzmê de israr kirin. Her ku me qala aştiyê kir, wan bêhtir di şer de israr kirin. Her ku me qala edaletê kir jî wan bêhiqûqî hîn bêhtir belav kirin.

EM Ê HDP’Ê MEZINTIR BIKIN

Her ku me qala siyaseta demokratîk kir, wan rêya girtîgehan nîşanî me dan. Lê belê me tu carî ji têkoşîna xwe tawîz nedan û me xwe li ber wan netewand. Ez li vê derê dîsa bang li wan dikim û dibêjim ku em ê tu carî serî li ber we netewînin. Bi hêza û moralê ku em ji we digirin re em ê HDP’ê hîn mezintir bikin. Çawa ku Kobanê neket, dê HDP jî nekeve.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar