Kongreya Yekem a Jinên Ciwanên Êzidî bi dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Berîvanan de rexistinbûnê ava bike û îxanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ bi coş û moreleka mezin di 26. Salvegera şehadeta Ş.Zîlan de li navenda Şengalê despê kir.
Di fermana 3’yê Tebaxê 2014’an de herî zedê jin bi êrîşên
dijwar ve rû bi ru hatin. Gelek jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, kuştin û
tecavûz kirin. Cîhan bi giştî li hember vê hovîtiyê çavên xwe girtibû lê tenê
şervanên Rêber Apo bi hawara gelê Êzidî ve hatin. Piştî hatina şervanên HPG-
YJA-STAR û YPG-YPJ hamleyên rizgarkirinê Şengalê despê kir. Bi rizgar kirina
Şengalê re ji bo pêşî fermanan bigrin gel bi pêşengtiya jin û jinên ciwan ve
xwe di her warî de birexistin kirin. Jinên Ciwanên Êzidî ji bo tola jinên Êzidî
rakin, bibin bersiva fermanan û pêşî li fermanên nû sal bi sal rexistina xwe
mezin dikin. Îro jî wekî bersiv dayîna ji fermana re bi nêzikbûna salvegera
fermana 74’an Kongre xwe lidardixin.
Di salvegera şahadeta Ş.Zîlan û bi boneya nêzbûna salvegera
fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Jinên Ciwan ên Şengalê di Kongre xwe ya yekem de
bi armanca ku bi rexistinbûn û bi hêza jin dawiya fermana bînin Kongreya xwe
lidar dixin. Îro di saetên serê sibehê de Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî
li navenda Şengalê avahiya Meclisa Gel, bi tevlîbûna 120 delegeyan despê kir.
Di Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî de Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ),
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Jinên Ciwanên Maxmurê jî cîhê xwe girtin.
‘Ew Kongre bersiva Fermanane’
Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştî vê
axaftina vekirinê ji aliya Berdevka Yekîtiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate
kirin. Sara Botan di axaftina vekirina Kongre de bal kişand li ser keda Rêber
Apo û got: “Yekemîn Kongre Jinên Ciwanên Êzidi li hemû jinan pîroz dikin. Ew
Kongre bersivekî herî mezin a ji dijmin re ye. Di Kongre de herî zedê keda
Rêber Apo heye, ji ber ku ger fikrê Rêber Apo nînbûna ew kombûn çênedibû. Di
fermanê de herî zêde jin hate qetilkirin, em soz didin dayikên xwe emê jinên di
destê DAIŞ’ê de ne emê van rizgar bikin. Ewê vê têkoşînê re pêşengti kirin jin
bûn. Em soz didin şehîdên xwe em ê bibin şoptarê van. Emê ji vir pêda
rexistinbûna xwe mezin bikin.”
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ axaftin ji
aliyê Berdevka Tekîliyên Derve Suham Şengalî ve hate kirin. Suham yekemin
Kongreya Jinên Ciwan di seride Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir û got:
“Rexistinbûna Jinên Ciwan di vê demê de pir girînge, ji ber ku li ser welate me
li hember jinan êrîşên pir dijwar heye. Herî zedê jin bû kurbana êrîşan ji ber
vê jin birexistin kirina xwe bibe bersivê herî mezin ji dijminan re. Ew kongre
bibe heviya xweseriya Şengalê û hêz kirina jinên Êzidî.”
‘Jinên ciwan pêşaroja civakê ne’
Her wiha ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Fermandara
Giştî a YJŞ’ê Viyan Hebabî jî axivî. Viyan di axaftina de li ser girîngiya xwe
birexistin kirin û parastinê axivî û wiha dewam kir: “Ew kongre bi keda şehidan
û Rêber Apo tê lidarxistin. Em di şaxse Ş. Zîlan de kongre giştî jinan pîroz
dikin. Di nav civakê de bi dehan pêşengên jin derketin û piraniya wan niha
şehîdin. Em bawerin ku ew kongre bibe bersiva êrîşên dijmin ên li ser gel. Ev
kongre ji dijmin re bibe bersiv ku em di vê axê de hene û jiyan dikin. Pêwîste
hemû Jinên Ciwanên Êzidî li hember êrişên dijmin bibe xwedî helwest. Heqê me ye
parastina xwe bikin, heye kes nikarê ji me re bêje hûn çima parastina xwe
dikin. Ji ber di vê axê de şer kirî û şehîd dayî emin. Emê xwedî şehîdên xwe û
axa xwe derbikevin. Jinên ciwan pêşaroja civakê ne rêxistina ciwanan xort be
serkeftina vê gelê mîsogere.”
Piştre perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate
xwendin û Kongre berdewam dike.

0 Yorumlar