Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek xurt berdewame

Li Wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, di roja 543’an de didome.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, di roja 543’an de didome.

Merasîma çalakiya nobetê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 106’an Endamê Tevgera Ciwanan Sîpan Yaman axivî.

Sîpan Yaman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev rojên ku tên jiyankirin, rojên dîrokîne û wiha peyîvî: “Dijmin bi hemû lîstok û êrişên cûr be cûr hem li ser Rêbertî de diçin û hem jî bi zêdekirina êrişên li Rojavayê Kurdistanê, her wiha li ser qadên çiya dixwazin carek din gelê Kurd bêdeng bikin. Lê em dibînin hêza ku ji Îmralî derdikeve, bûye çavkaniya herî mezin hem gerîla li ser lingan digire û hem jî gel derdixe qadan. Ji bo vê jî em dibêjin, ew hêza ku em ji Îmralî digirin emê çok li dijmin bidin şikandin.”

Sîpan Yaman destnîşan kir ku dijmin di tinekirina gelê Kurd de bi israre ji ber wê jî roj bi roj êrişî gelê Kurd dike û wiha domand: “Dijmin dixwaze pêşengên civakê, jin û ciwanan ji holê rake. Em wek Tevgera Ciwanên Mexmûr me xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de kilîd kiriye, heta ku ev pêk neye wê li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat ciwanên şoreşger her dem li qadan bin. Em carek din êrişên li ser Rojava rûreş û şermezar dikin û em soz didin xwîna ku ciwanên li Rojavayê Kurdistanê li Bendava Tişrînê hatî rijandin, emê hesabê wê ji dijmin bipirsin.”

Merasima dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Apo Jiyan nabe’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar