Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Bi êrişan aştî çênabe’

 Xebatkarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku rêya aştiya Kurd û Tirkan di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re derbas dibe û wiha got: “Pêwîste Rêber Apo bi fîzîkî were azadkirin ku bi karibe di pêvajoyê de rolê xwe bileyîze.”

Jiyan Pîran


Piştî 28’ê Îlona 2024’an Omer Ocalan bi Rêber Apo re hevdîtin pêkanî û şûnde, li Kurdistan û Tirkiyê taybet di nava partiyên siyasî yên Tirkiyê de qala pêvajoyek nû tê kirin. Lê heta niha dewleta Tirk, tu gavek berbiçav ji bo vê pêvajoyê ne avêtiye. Taybet jî tecrîda li ser Rêber Apo heta vê kêliyê jî berdewam dike.

Bi vê mijarê ve girêdayî xebatkarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û gotin pêwîste demildest Rêber Apo bê azad kirin.

‘Kurd xwedî hêze’

Kendal Teyî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ev çar salin tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo û tevahî gelê Kurd tê meşandin û wiha got: “Hevdîtinên bi Rêbertî re pêkhatîn, em keyfxweş kirin. Rêbertî ji gotiye ‘Ger şert û merc werin cîbicîkirin, ez dikarim vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Hevdîtinên bi Rêbertî û partiyên siyasî re çêdibin, hêvî û bawerî dide me. Lê em temaşe dikin dewleta Tirk dijberî pêvajoyê tevdigere. Rêbertî dixwaze di vê pêvajoyê de rol bide parlementoya Tirkiyê û dixwaze herkes di pêvajoyê de erkdar bibe ku ev pêvajo mîna pêvajoyên beriya xwe têkneçe. Heta niha jî tecrîd berdewam dike û zimanê çapeneniya alîgir gelek xirabe. Li aliyekê dibêje emê aştiyê pêkbînim, li aliyekê dibêjin emê wan tine bikim. Ji bo ku ev pêvajo bi encam bibe, divê destpêkê dest ji zimanê xwe yên xirab berdin. Em bi hêvîne ku ev pêvajo bibe malê gelê Kurd û Tirk. Dewleta Tirk hîna heta niha jî hemû plan û pirojeyên xwe li ser Kurdan pêktîne. Gelê Kurd van nêzîkatiyên Tirkan napejirînin, Kurd ne Kurdê berê ye. Kurd xwedî hêz û quwete. Ger berxwedana keç û xortên Kurdan ya li Metîna û Zapê neba, wê ti pêvajo jî çênebûya. Wek gelê Kurd em ji hemû deman bihêztir û xurtirin. Eger me yek rêziya mala Kurd pêkanî, emê teqez biserbikevin.”

‘Tecrîd berdewam be wê alozî jî berdewam be’

Evîn Nêrwehî jî qala tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo kir û bi bîrxist ku ev tecrîd 26 salin didome û wiha got: “Wê dewleta Tirk û Erdogan nekarin me bi hevdîtinekê bixapînin û berxwedana me bide rawestandin. Li aliyekê şer gûr dike, tecrîdê giran dike û li aliyekê jî dibêje emê aştiyê pêkbînin. Ne tenê Rêber Apo belku giştî gelê Kurd niha di bin tecrîdê de ye. Heta ku tecrîd berdewam be, emê têkoşîna xwe bidomînin. Ez bang li tevahî jinan dikim ku li Rêbertî xwedî derkevin. Ji ber ku Rêbertî dibêje, ‘ez hevalê jinê me’ û ji bo azadiya jinê têkoşîn dike. Divê em hêza xwe ya berxwedanê xurtir bikin û Rêbertî bi fîzîkî azad bikin. Wê dewleta Tirk nekaribe bi hevdîtinekê berxwedana me bide rawestandin. Heta tecrîd berdewam be, wê aloziyên heyî ji berdewam bin.”

‘Gelê Kurd siyaseta dewleta Tirk çewisand’  

Polat Çelî jî daxuya kirin ku ev 44 mehin tecrîdek bê pîvan li ser Rêbertiya me tê meşandin, tecrîd bê pîvaniya dewleta Tirk nîşan dike û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk hewl dide ku pêngavek bi navê aştî bide destpê kirin, tê zanîn dewleta Tirk ne dewletek aştî xwaze. Hem şertên ji derve hem jî şertên hindirîn dewleta Tirk ber bi pêvajoyek wiha ve dibe. Di vê sedsalê de ji bo lewaziya xwe ji derveyî rêkeftinên niha tên pêkanîn dimîne û ev rewş jî dewleta Tirk dibe ber lingê Rêbertî. Lê şert û mercên ku niha Rêber Apo di nav de jiyan dike rê nade pêvajoyek nû bide destpê kirin. Ji bo Rêbertî vê pêvajoyê bide destpê kirin, pêwîste Rêber Apo bi fîzîkî were azadkirin ku bi karibe di pêvajoyê de rolê xwe bileyîze. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe siyaseta dewleta Tirk çewisand. Divê ji niha û şûnde jî em bi dostên xwe ve têkoşîna xwe mezintir bikin û destê Rêbertî yê aştiyê xurtir bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar