Ji bo
lêgerîna jiyanek bi weta ango jiyanek azad bawerî, hewildan û bedel pêwîste. Di
oxira wî de, di her kêliyê de bi eşq fedayîtî ferz dike. Di dîroka Tevgera Azadiyê
de bi fîkir û ramanên Rêbertî gavên bê hempa dihatin avêtin û bedelên giranbiha
hatin dayîn. Ji bo jiyanek wekhev û bi wete, bi hezaran keç û xortên Kurd berê
xwe dan çiyayên azad û canê xwe xistin mertal û bûn kelemên çavên dijmin. Tovên
azadiyê reşandin, şax vedan û bûn hêviyên civaka xwe. Yek ji van xwediyê
baweriyê jî Rêheval Hacer Sanri ango Hacer Dersim bû ku di sala 1978’an de li Gundikê
Melê di nav malbatek xwedî nerxên welatparêziyê de çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval
Hacer zaroka malê ya herî bûçûke, ji ber vê yekê jî di malbatê de bi delalî tê
mezin kirin û di hêla her ferdek yê malbatê de tê hezkirin. Heval Hacer bi rûkenî
û henekên xwe ve dilê her kesî şadike. Bi dilnizmî tevdigere û bi her kesê re
dide distîne û di nava danustandinekî de ye. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re
mezin, bi pîr û kalan re pîr kal bû. Bi vê taybetmendiyên xwe ve di dilê her kesê
de hezkirinekê dide avakirin. Weke her malbatekê welatparêz ango wekî her gundekî
Kurdan Gundikê Melê û malbata heval Hacer jî para xwe ji êrişên dijmin digire. Dijminê
mirovatiyê cerdevaniyê li ser malbata Rêheval Hacer ferz dike. Lê malbat vê bê
rûmetiyê qebûl nakin û têkoşîna xwe mezintir dikin. Li berenberî vê têkoşînê,
dijminê xwînxwar êrişên xwe yên hovane berdewam dike û birayê heval Hacer yê ku
ji bo doza welatê xwe erka milîstiyê daye ser milê xwe şehîd dixe. Ev yek di
nav dil û mejiyên heval Hacer de dibe kîna tolhildanê. Xwasteka wê ya
tolhildanê her roja ku derbazdibe dibe bingehê têkoşînê. Êrişên dijmin her ku diçe mezintir dibe. Li
beranberî van êrişan Rêheval Hacer di 12 saliya xwe de bi malbata xwe re dikeve
ser rêya penaberiyê. Ji bo jiyanek bi rûmet û bi wete ketibûn
ser rêyek dûr, dirêj û bi êş. Ev rê çendî bi êş be, ewqas jî bi servîrazî bû.
Bi vê helwesta xwe teslîmyetê qebûl nekiribûn, Bêrsîvê ji xwe re xistibûn warê
têkoşînê. Heval Hacer di nava jiyana penaberiyê de dest bi jiyanek nû kiribû. Li
Bêrsîvê di saziya ciwanan de cîh digre ji bo gelê xwe yê penaber çi kar hebe pêşengtî
ji bo wî dikir. Rêheval Hacer wek jinek ciwan xwe di pir hêlan de pêşdixe û
dibe xwedî hêza rêxistinê. Di çarcova tigihîştina xwe ya welatpariziyê de ji bo
pêşeroja welatê xwe, ciwanan kom dike û wan bi rêxistin dike. Ev karê ku dikir,
têra kîna wê ya tolhildanê nedikir. Divê gavên mezintir bavêtiba. Li ser vê
zanebûnê di sala 1994’an de bi komek hevalê xwe re tevlî nava refên gerîla
dibe. Rêheval Hacer weke jinek gerîla bi azwariyek mezin tevlî jiyanê dibe û
hewl dide xwe di hemû mijaran de ango di bîrdoziya jin de ku Rêbertî destnîşan
kiriye pêşbixe. Rêheval Hacer ji bo tolê ji dijmin rake çi erk dikeve ser milê
wê, bi berpirsyartiyek mezin pêktîne û di haman deme de wek jinekê hewl dida
xwe di fikir û bîrdoziya Rêbertî de pêşbixe. Rêheval Hacer wek Fermandarê
Taximê bi erka xwe radibe û bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re dibe mînakek
ji bo her hevalekî xwe. Bi wêrekî di çeberên pêş de cih digre û bi derbeyên ku
li dijmin dide tola salan radike. Rêheval Hacer di tevaya jiyana xwe ya
gerîlatiyê de li ser esasê heqîqetê xwe di xeta Rêbertî pêl bi pêl pêşdixe û di
sala 1998’an de li Xakurkê di êrişek hewayî de digihije karwanên nemiran.
0 Yorumlar